Rapora ÎHD û FÎDH'ê: Divê Tirkiye polîtîka xwe ya Sûriyê rast bike
Rapora ÎHD û FÎDH'ê: Divê Tirkiye polîtîka xwe ya Sûriyê rast bike
Rapora ÎHD û FÎDH'ê: Divê Tirkiye polîtîka xwe ya Sûriyê rast bike
Heyeta ku ji endamên ÎHD û FÎDH'ê pêk tê, li sînorê Rojava lêkolîn kirin û rapora xwe li Navenda Giştî ya ÎHD'ê aşkera kir. Di raporê de hat xwestin ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî Sûriyê di ber çavan re derbas bike. Di raporê de hat xwestin ku ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe divê Konferansa Cenevre bê lidarxistin û hikûmeta derbasdar bê avakirin. Di raporê de hat xwestin ku hikûmeta bê avakirin rê li pêş demokratîkbûna Sûriyê veke, bi rêveberiya Rojava re têkeve têkiliyê û piştgiriyê bide pêvajoya aştî û çareseriyê.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) bi tevlêbûna rêveberên navendî heyetek ava kir û li ser sînorê rojava lêkolîn kirin. Heyeta ÎHD'ê û FÎDH'ê piştî lêkolîn kirin raporek amade kirin û rapora xwe li Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi civînekê ji raya giştî re aşkere kirin. Heyetê di navbera 5-7'ê Cotmehê de lêkolîn kir û rapor amade kir. Di civîna çapemeniyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û diyar kir ku di rapora hatiye amadekirin de Cîgirê Serokê Giştî yê FÎDH'ê Yûsûf Alataş, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Prz. Serdar Çelebî, Nûnerê ÎHD'ê yê herêma Rojhilat Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Serokê ÎHD'ê ya Semsûrê Osman Suzen û Endamê Meclisa ÎHD'ê Sevim Salihoglu cih girtin. Turkdogan, anî ziman ku heyetê di navbera 5-6-7'ê Cotmehê li ser sînorê Nisêbîn, Serêkaniyê, Dirbêsî, Akçakale û Kilisê lêkolîn kiriye û rapor amade kiriye.
Turkdogan, tespîtên heyetê ku kirine rapor jî rêz kir û bi vî rengî rave kir: "
* Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê ketina welatiyên Tirkiyê ya Sûriyê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatiye qedexekirin.
* Deriyê Sînorê Gumrika Nisêbînê ji bo bazirganiyê ji welatiyên Tirkiyê re vekiriye, lê ji welatiyên Sûrî re girtî ye.
* Nuqteya Sînorê Dirbêsiyê herêma leşkerî ye û alîkariya mirovahiyê pir bi sînor e. Mehê carek ango 2 caran vedibe.
* Sînorê Serêkaniyê herêma leşkerî ye û ji çûn û hatina mirovan re qedexe ye.
* Deriyê sînor ê Kaniyaxezalan ji çûn û hatina mirovan û bazirganiyê re vekiriye. Çûn û hatin çalak e.
* Derîyê Sînor ê Kilisê niha girtî ye.
* Di sînorê Tirkiye û Sûriyê de herêma ku di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyê de be, nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê ji ketin û derketina sînor re pir nerm û erênî ye. Li herêmên ku di bin kontrola PYD'ê de be jî nêzîkatiya Tirkiyeyê pir hişk û neyînîye.
* Penaberên ku ji Sûriyê hatin Tirkiyeyê nêzî 200 hezar li kampan dijîn û 600 hezar jî li dervê kampan dijîn. Bi derfetên xwe li derve dijîn. Pirsgirêkên wan ên civakî, çandî û tenduristiyê pir mezin in.
* Tirkiye ji bo kesên ku xwe spartine Tirkiyê tenê rewşa wan îdare dike û ji bo wan tiştekî nakin.
* Kampên li gorî nîjad û baweriyan tune û hemû di nava hevde dijîn. Kampên kurd elewî û ereban ji hev ne cuda ne.
* Îdîayên li dijî kesên sînorên bi tel derbas dikin û xwe davên Tirkiyeyê îşkence heye pir zêde ye.
* Dewlet ji bilî kampên penaberan ku xwe avêtine Tirkiyeyê ji bo kampên din tu tiştî nake.
* Li dijî jinên ku xwe avêtine Tirkiyeyê pêşdaraz zêde ne.
* Hemû giştînameyên ku ji aliyê Wezîr û Serokwezîran ve ji bo penaberan tê weşandin tev dizî tên girtin.
Pêşnîyarên çareseriyê
* Pêwiste ku deriyê sînor ê Dirbêsî û Serêkaniyê ji alîkariya mirovahiyê û bazirganiyê re bê vekirin û bê navber alîkarî bê kirin. Divê derî her tim ji çûn û hatinê û bazirganiyê re vekirî be.
* Divê deriyê sînor ê Nisêibînê ji du aliyan re ji bo çûn û hatinê û bazirganiyê bê vekirin.
* Divê deriyê ku diçe Efrînê bê vekirin û bi lezgîn alîkariya mirovahiyê bê şandin. Divê ji aliyê Tirkiyeyê ve rêya alîkariyê lê bê vekirin.
* Divê dîwarê ku li navbera Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin bi lezgîn bê hilweşandin û betalkirin.
* Lazime ji bo genimê ku di depoyan de bibe ard, Tirkiye aş û qeraşan ji bo alîkariyê bişîne rojava û alîkariya zexîre bide Rojava.
* Alîkarî û piştgiriya ku bi destê welatên navneteweyî dişînin Dîlokê û ji wir dişînin rojava li her kesî nayêbelav kirin û nagêje destê kesên pêdiviyê wan pê neye. Divê ev yek bê zanîn û alîkarî di deriyê Dirbêsî û Nisêbînê re bê şandin.
* Divê îşkenceya li ser welatiyên ku di sînor de derbas dibin û li qereqolên ser sînor tên girtin bi dawî bibe. Têkildarî vê mijarê divê Lijneya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê lêkolîn bike.
* Divê leşker û polîs der barê kesên li Tirkiyeyê tev li El Kaide dibin û derbasî Sûriyê dibin û li wir di nava çeteyan de şer dikin lêpirsîn û lêkolînê bide destpêkirin û agahiyê bidin dozgeriya komamê.
* Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî çeteyên El Kaide û El Nusra ji nûve di ber çavan der derbas bike û talûkeya li hemberi gelê Tirkiyeyê bibîne.
* Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî paneberên ku xwe davêjin Tirkiye di ber çavan re derbas bike û li gorî hiqûqa navneteweyî ya penaberan tev bigere.
* Divê Tirkiye li gorî Zagona Parastina Navneteweyî û Biyaniyan a hêjmar 6458'an statuya parastina derbasdar a penaberan" bide welatiyên Sûriyê.
* Divê Serokwezîrtî û Serokatiya AFAD'ê li gorî peymana ku Beşir Atalay îmze kiriye ya hêjmar 9.9.2013- 2013/8'an xizmeta tenduristiyê bide penaberan.
* Divê hemû giştînameyên Serokwezîrtî û wezîrên Tirkiyeyê ji bo kampên penaberan amade dike û dişîne ji saziyên parazvanên mafên mirovan re jî vekirî be.
* Divê destûr bê dayîn ku saziyên sivîl ên civakî û saziyên demokratîk karibin biçin kampên penaberan û li wir lêkolîn bikin.
* Divê dewlet alikariyê bide welatiyên penaber ên li dervê kampan dibîne jî.
* Divê Tirkiye hemû van pêşniyaran li ber çavan birgire û polîtîkaya xwe ya li hemberî Sûriyê dîsa di ber çavan re derbas bike. Di raporê de hat xwestin ku ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe divê Konferansa Cenevre bê lidarxistin û hikûmeta derbasdar bê avakirin. Di raropê de hat xwestin ku hikûmeta bê avakirin rê li pêş demokratîkbûna Sûriyê veke, bi rêveberiya Rojava re têkeve têkiliyê û piştgiriyê bide pêvajoya aştî û çareseriyê.
Cîgirê Serokê Gişti yê FÎDH'ê Yusuf Alataş jî diyar kir ku Tirkiye di mijara alîkariya mirovahiyê de pirsgirêka dijî û wiha got: "Li Tirkiyeyê 800 hezar penaberên Sûriyê dijî û 600 hezar welatiyên Sûriyê li Tirkiyeyê ne xwedî tu statu û maf in.