'Rapora Roboskiyê paşve bikşînin'

'Rapora Roboskiyê paşve bikşînin'

Li Amed û Rihayê çalakiyên ÎHD'ê û xizmên windayan a hefteyî pêk hat. Di çalakiyan de li dijî Rapora Roboskiyê ya ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ve hate qebûlkirin bertek hate nîşandan û wiha hate gotin: "Em bang li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dikin. Vê raporê paşve bikşînin û heta bûyer neyê aşkerakirin raporan aşkera nekirin."

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane ya 216'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD'ê, MEYADER, SES, Belediye-Îş'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdusselam Înceoren axivî û rapora Komîsyona Qilabanê rexne kir û wiha got: "Ev rapor tu caran di wijdana gel de nayê qebûlkirin. Ev rapor di heman demê de samîmiyeta pêvajoya nû ye. Em naxwazin Roboskî jî bibe weke aqubeta windayên bi salane em lê dipirsin ."

Endama Lijneya Rêvebera ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Endama Komîsyona Windayan û Cinayetên Kiryar Nediyar Prz. Gamze Yalçin axivî û çîroka Rihan Badur a ku ji sala 2000'ê heta niha windaye xwend. Yalçin diyar kir ku, Rihan Badur ji ber diçû ziyareta hevserê xwe yê di sala 1994'an de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê debû rastî gefên polîsan dihat mala wan rastî serdegirtina polîs û timên taybet dihat. Yalçin anî ziman ku, Badur di sala 2000'an de ji bo li Midyadê li mala birayê xwe bibîne ji mal derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

RIHA

Li Rihayê jî Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan jî bi heman armancê li ber Kargeriya Karakoyun çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de ligel rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Rihayê Cemal Babaoglû bal kişand ser bûyera Muhsîn Melîk û wiha got: "Qatilên Muhsîn Melîk malbat û gelê Rihayê baş dizane. Birêz dozger bixwaze dê wan kiryaran peyada bike. Heke bixwaze malbat amadene ku îfadeyan bidin."

Babaoglu navên di salên 1990'an de li Rihayê hatin qetilkirin yek yek xwendin û wiha axivî: "Em qatilên wan hemûyan dinasin. Tenê bila ji me agahî, belge û şahidan bixwazin. Em ji vê yekê re amade ne."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.