Rapora Rojava: Pêwîste ambargo bê rakirin û alîkarî destpê bike

Rapora Rojava: Pêwîste ambargo bê rakirin û alîkarî destpê bike

Berfirehiya rapora ku heyeta ji aliyê Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd ve şandî Rojava derketin holê. Di rapora ku hate hînbûn Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd tam piştgirî dayê û ji Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêveberên KCK’ê re hate şandin, hate hînbûn ku, di destpêka daxwazan de hatiye gotin ku, pêwîste ambargoya li ser gelê Rojava bê rakirin û bilezgîn alîkarî bêne destpê kirin.

Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ku civînên xwe ên Kongreyê didomînin, di rûniştina duh de rapora ku ji aliyê heyeta di navbera 19-23’ê Tebaxê de li Rojava hûrkolîn kirin û rapor amadekirin de nirxandin kirin.

Piştî civînê endamên Komîteya Amadekar Ronahî Serhat, endamê polîtburoya YNK’ê Sedî Pîre û Serokê DDKD’ê Îmam Taşçier ji Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) re axivîn û gotin, gelê Rojava, heyet û Komîteya Amadekar jî hem fikre ku deriyê Sêmalkan di demek kurt de were vekirin.

‘JI BO PÊŞÎ LI KOÇBERIYÊ WERE GIRTIN PÊWÎSTE LI ROJAVA KAMP WERIN AVAKIRIN’

Endama Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd Ronahî Serhat da diyarkirin ku, wana weke Komîteya Amadekar rapora ku heyeta Rojava amadekiriye erê kiriye û erênî dîtiye. Serhat da zanîn ku, di raporê de mijarekî ku rayagiştî jê biyanî be tuneye. Serhat destnîşan kir ku, di raporê de hate xwestin ku, ambargoyên Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî daniye ser bazirganiya Rojava rake. Têkildarî daxwazên di raporê de cih girtine ev tişt hatin ziman: “Di heman demê de pêşiya penaberiyê bêgirtin û li ser vê armancê li hundir (Rojava) kamp bêne çêkirin. Birastî jî valekirina Rojava ji bo Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê pir pir xirabe. Di vê mijarê de hem daxwaza gel û hem jî pêşniyara heyetê heye. Di heman demê de pêşniyar heye ku alîkariyên li hundir (Rojava) têne kirin li bigehînin cihên pêwîst. Ji bo pêşî li koçberiyê bigirin rêbaza herî baş û rast eve. Di aliyê siyasî de jî vînek siyasî ya hevpar weke Desteya Bilind ya Kurd hatibû avakirin. Ji bo ev rewş bêderbaz kirin jî pêwîste erkê dikeve ser milê Desteya Bilind jî bi awayek aktîv bîne cih.”

Ronahî Serhat anî ziman ku, weke din di raporê de gelek pêşniyar û daxwazên cûda hene û di derbarê vê de wiha got: “Mijarên weke gelê Rojava xwedî li berxwedanê derdikeve û berxwedana ku YPG heya niha dide meşandin piştgiriya wê heye. Em weke Komîteya Amadekar, li ser van mijaran rawestiyan. Em rapor erênî dît. Em xwedî li vê raporê jî derdikevin.”

‘KOÇBERKIRINA GEL, DAXWAZA DIJMINÊN GELÊ KURD E’

Endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî û polîtburoyê YNK’ê Sedî Pîre jî da diyarkirin ku, vekirina deriyê sinor daxwaza gelê Rojava ye û dê ev derî vebe. Pîre di derbarê mijarê de wiha axivî: “Pêwîste deriyê sinor wisan lêneyê kirin ku, gelê Rojava bê neçarkirin ku derbazî Başûrê Kurdistanê bibin, bitaybet heyetên pispor bê şandina nexweşxaneyan. Pêwîste derî ji bo mijarên mirovî ên weke, gelê Rojava ji bo dîtina xizmên xwe ên Başûrê Kurdistanê derbaz bibin xizmetê bike. Ji ber ku koçber kirina gel di serî de daxwaza dijminê gelê Kurd e. Ya herî girîng jî ewe ku tevgerek ya Ereban heye ku li bendê ne cihê gelê Kurd vale kiriye dagirin. Beriya vê me li Kerkûkê rewşek heman jiyan kiribû.”

‘ME RAPOR JI BIRÊZ BARZANÎ RE ŞAND’

Endamên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd di civîna duh ku rapora heyeta Rojava nirxandin, dane diyarkirin ku ew dê di rojên pêş de derbarê endamên raporê de daxuyaniyekî nivîskî bidin. Nûnerê YNK’ê û endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd Sedî Pîre destnîşan kir ku, têkildarî mijarê bersiva ku dê Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî girînge. Pîre ev tişt anîn ziman: “Me rapor ji Birêz Serokê Herêmê re şand. Ji ber ku di raporê de hinek mijar hene ku ji bo pêkbîne tiştên dikevin ser milê wî hene.” Pîre aşkera kir ku, têkildarî raporên ku ji Barzanî û rêveberiya KCK’ê re şandine heya niha bersivek negirtine û got: “Bêgûman ji bo avakirina heyetê Birêz Barzanî bang kiribû. Komîteya Amadekar jî li ser vê bingehê serlêdan kiribû. Di vê raporê de hem pêşniyarên gelê Rojava û hem jî ên heyetê hene û daxwaz tê kirin ku bên cih.”

‘ME TIRKIYE NEVEXWENDIYE KU RED BIKE’

Sedî Pîre derbarê daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ya ku dibêje, ‘em tevlî Kongreya Netewî ya Kurd nabin’ jî da zanîn ku, “Heya niha tu kes nehatiye vexwendin, da bêje ez nayêm û ne jî tu kesê heya niha bi fermî ji me re ragihandiye ez nayêm. Ev tiştane ji kuderê têne çêkirin. Ez rêzê li azadiya çapemeniyê digirim, lê belê nûçeyên xelet weşandin ne xizmetê dide kongreyê ne jî gelê me. Pêwîst nake tiştek wiha rû bide. Ne bi awayek fermî Komara Tirkiyeyê hatiye vexwendin ne jî tiştek weke ‘ez hatime vexwendin, lê nayêm’ ji me re nehatiye ragihandin.”

‘KONGRE PÊNGAVEK YA ÇARESERIYÊ YE’

Endamek din yê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd û Serokê DDKD’ê Îmam Taşçier jî helweste Bulent Arinç nirxand û got: “Dibe ku hikumet tevlî nebin, lê belê ger ew jî di vê pêvajoyê de bixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, pêwîste alîkarî û piştgiriyê bidin kongreyê. Ji ber ku ev kongre ne li dijî tu dewleta ne. ji ber ku ev kongre avakirina yeketiya di nava kurdan, pêkanîna diyalog û pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin û her wiha ji bo dijminahî çênebe pêktê. 200 sale Kurd nikarin bên gel hev. Cara yekeme rêxistinên Kurd û kesayet têne gel hev. Ji ber vê çendê em wisan difikirin ku, ew jî li gorî xwe polîtîkayê dikin. Lê belê hikumet ne li dijî vê kongreyê ye. Di daxuyaniyên wan de jî dijbertiyek tune ye. Dibe ku tevlî nebin, lê belê roj roj, demjimêr demjimêr dişopînin. Ger bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, ev kongre jî ji bo çareseriyê pêngaveke. Ez wisan difikirin ku, ew jî wisan dibînin.”

Taşçier li ser pirsek ya dê ji Tirkiyeyê partiyên weke AKP û CHP bêne vexwendin yan na jî got: “Em dixwazin hemû hêzên herêmê û cîhanê bên yeketiya Kurdan bibînin. Em wisan texmîn dikin ku, dê bi vî awayî pirsgirêka Kurd û Kurdistanî hîn baştir fêm bikin. Bên vê derê bibînin dê ji bo wan jî baş be.”

DÊ RÊZIKNAMEYA KU KOMISYONAN PÊŞKÊŞ KIRINE DÊ BÊNE NÎQAŞ KIRIN

Dê di civînên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ku di rojên 29-30-31’ê Tebaxê de, rêziknameyên ku ji aliyê komisyonan ve hatine amadekirin dê bêne nîqaşkirin û şeklê dawî dê bidinê. Têkildarî rojeva civîna sê rojan ya komîteyê Ronahî Serhat ev tişt anîn ziman: “Piraniya komisyonan raporên xwe xilas kirin û radestî Komîteya Amadekar kirin. Dê Komîteya Amadekar van sê rojan li ser raporên komisyonan raweste û ji bo pêşkêşî kongreyê bike dê şeklê dawî bidinê. Ji bo vê çend roj pêwîst bikin dê li ser bê rawestandin. Ji ber vê çendê jî yek ji xebatên bingehîn ên Komîteya Amadekar dê ev be. Di heman demê de hinek xebatên pratîkî jî hene. Xebatên li ser vana jî didomin. Li ser sloganên Kongreyê jî berhevbûnek çêbû. Ev mijar jî dê ji aliyê Komîteya Amadekar ve bêne nirxandin. Niha xebata bingehîn ya komîteyê temamkirina proje û raporên ku komisyonan amade kirine ye.”