Sekreterê Giştî yê NATO’yê Andres Fogh Rasmussen ragihand ku li hemberî Sûriyeyê tu amadekariyên destwerdanê yên NATO’yê tune ne.
Anders Fogh Rasmussen di Akademiya Zanîstan a Azerbaycanê de axivî û got; “Li hemberî Sûriyeyê tu amadekariyên destwerdanê yên NATO’yê tune ne.”
Rasmussen li hemberî nêrîna ku rewşa Lîbya û Sûriyeyê dişibîne hev derket û diyar kir ku NATO rewşa Sûriyeyê dişopîne û got ku di rewşeke pêwîst de em amade ne Tirkiyeyê biparêzin.
Rasmussen got; “Tirkiye hevkarê me ye, ger pêwîst be em ê wê biparêzin.”