Rastiya Pêngava Şoreşgerî: Çalakiya Harûna
Rastiya Pêngava Şoreşgerî: Çalakiya Harûna
Rastiya Pêngava Şoreşgerî: Çalakiya Harûna
Pêngava şoreşgerî ya 2012'an a gerîla gelekî hat nîqaşkirin, gelekî hat axaftin. Di pêvajoya pêngava şoreşgerî de, yek ji çalakiyên herî bi bandor a Harûna bû. Cih, dem û şêweyê çalakiyê, tevî ku dewleta Tirk xist şokê di heman demê de nîşanî cîhanê da ku tevgera PKK'ê dikare çi bike. Li dû çalakiyê, li gel hewldanên berevajîkirina rastiyan jî, encam neguherî. Ji xwe bi vê yekê re careke din diyar bû ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de vebijarka leşkerî têk çûye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mûxatabê yekane ye.
Yek ji fermandarên gerîla Xwînrêj Botan ji me re behsa çalakiya Harûna kir:
HARÛNA ZAHMET BÛ LÊ NE BÊ ÎMKAN BÛ!
"Di destpêka hemleyê de qerekola Harûna di hedefê debû. Di deştekê debû, li gorî planê, bi şeklê erebê wê komek heval bi erebê bikevin hindir, di wê navberê de parastina wê, komên takveye, komên kemînê derketibûn, bi wî şeklî rast hat dîtin û çalakî bi wî awayî destpê kir. Di hefteyekê de biryara vê çalakiyê hatibû girtin, piranî hevalan ne dizanî, lê his dikirin.
Ji moralê hevalan re çi bêje kêm e. Bi taybet li gel hevalên nû ku hîn ne ketin çalakiyan heyecanek zêde hebû. Normal ji bo çalakiya bê kirin kesên tên erkdarkirin di plansaziyekê de tên hilbijartin û êdî kîjan heval di ku de cih digre diyar dibe. Lê ji bo çalekiya Harûna hevalan danek temam nîqaş kirin ji ber hemû hevalan digot emê biçin, taybet ji bo erebê 12 heval bûn, komek ber derî bû, komek jî baxçe de, komek jî bikeve lojmana. Heta karin wan derbixin û cihê wan diyar bikin gelek pirsgirêk derketin. Ji ber hemû hevalan digotin emê biçin koma êrîşê.
Çalakî dê bi roj saet di 3 dest pê bikira. Hinek koman ne dikarin şev cihê xwe bigirin. Em koma parastinê û koma doçka bûn, me jî roj cihê xwe girtin. Dema me amekariyên xwe dikirin saet 12:30’ nîvro bû û hertim çavên me li ser rê bû. Lewra rê çend sed metrekî li jêrê me dima û wisa xweş diyar dikir. Ji ber ku li herêmê meyê yekemcar bi roj çalakî bikira, li gel me heyecanek hebû. Her çiqas 3-4 saet mabûn jî, saet nezî 2-2:30 çavên me êdî li rê bûn ka kengî wê heval têkevin hereketê. Gelek erebe derbas dibûn yek erebe jî bala me ne kişand. Erebe yek hat raxmî ku heval tê de xuya nedikirin jî me yekser fam kir ku heval in. Tenê serê kesekî xuya dikir, di dilê min de digot ew hevale.
ÇALAKÎ BI ROJ BI ROKÊTAN DESTPÊ KIR
Heta nêzî qerekolê bûn destpêkê heval Mordem bi roketekê kulube rûxand. Hevalên di nava erebê de bi şekilkî pir lez hemûya xwe avêtin erdê û piştî peya bûn şûn de erebe dewam kir. Ê ku erebê jî diajo heval bû, erebe qasî 50 metre çû û sekînî ew hevalê erebe diajo jî peya bû û ew jî hat ket qerekolê. Heval Karwan ji ber hinek ji hevalên din derengtir hatibû bala leşkerê nobedar kişandibû û di bin gulayan de mabû û li wir şehîd ket. Lewra dema heval bi roketê qereqolê dixin erebe dibe hedefa A-4’a dijmin û di encamê de heval Karwan û Mordem li wir şehîd ketin. Hevalên din hemû rast dikevin qereqolê. Çar heval li ber derî dimînin û ew jî êdî destpê dikin herdu kulubeyên destpêkê ji holê radikin.
Di nava qereqolê de 80-90 leşker hene, ji derveyî van çar klubeyên nobedariyê û her kulubeyek jî du qatin. Ji xeynî van çeper û leşkeran ji tang, akrep jî ji aliyên hevalên ketin hindir ve hatin îmha kirin. Piştî ev çeper û çekên dijmin tên îmhakirin hevalan gav bi gav pêşiya xwe pakij dikin û wisa xwe dighînin lojmananên leşkeran û lojmanan jî bi temamî îmha dikin. Avahiyek tam di navenda qereqolê de, cihê fermandarê hebû. 3 heval dikevinê hindur, wir jî ji leşkera paqij dikin. Tiştek bi wan nayê, wê demê akrebek din di hindûrê qereqolê de dizîvire û dixwaze berê A4 bide hevalan, ji ber li piştê jî komek heval li kulubê dixin. Her komekê de karê wan diyar bû, çalakî destpê kir heta deqeyên dawî jî ew sîstem wisan meşiya.
Hevalên ketin nava qereqol û lojmanên leşkerî nezî 20 deqeyan di hundirê qereqolê de man û diçin ser 48 cenazeyan dijmin. Pîşti ku nava qereqolê bi temamî ji leşkera pakij dikin yek bi yek derdikevin derve. Dema derketinê kulubeyek wek asayişê li aliyê din heye, hevalan hesabê wê jî nekirine. Di plansaziyê de hebû, li ser wê jî diçin keşfê dikin, lê vala xuya dike. Dema heval diçin qereqolê jî ji bo tedbîr bombe c4 diavêjin hundirê kulubeyê û diteqînîn. Lê dema heval derdikevin dîsa ji wê kulubeyê guleyan diavêjin hevalan û 4 heval şehîd dikevin. Heval Cuma Guyî û Aşîkar Mêrdîn di nava çalakiyê de şehîd dikevin.
Herdû heval jî heta dawiya çalakiyê jî roleke serketî dileyizin. Heval Cuma bi bisivingê dikeve nava qereqolê û heşt roketê li gel wî ne hemûya jî li hedefê dijmin dixe û şûnde kleşa xwe digre. Heval Cuma di nava qereqolê de bi kleş, bombe, c4 şer dike û çepere dijmin yek bi yek dixin. Însan çawa îfade bike, ev heval bi rastî jî leheng bûn. Di nava şer de bê tirs û her tiştê xwe li dijî dijmin şer dikir. Mirov li beramberî aktîvîta wî ya di nava şer de şok dima. Di dema dijî de jî lehengiyeke wî ya cuda hebû.
Dema heval di dawiya çalakiyê de derketin derve, hêzên dijmin ê veşartî derdikevin holê. Di encama wî şerî de heval Cuma şehîd dikeve. Heval Aşîkar û heval Cuma bi hevre wekî yek tîm tevger digerin. Heval Aşîkar jî dixwaze biçe kulubeya leşkeran bixe û ala HPG ku li gel xwe biribû li ser banê qereqolê daliqîne. Hîn ne gihaştiye kulubeyê şehîd dikeve. Heta wî çaxê hevalan hîn ne dizanîbûn hêzên leşkeran ên veşartî hene. Nêzî qereqola Harûna gundê Banê ên ku cerdevanin di dema vekişandinê tên pêşiya hevalan lê, dîrek li hevalan naxin. Ji xwe li ser hevalan jî her yek cercurek fîşek mabû. Di wê çalakiyê de 8 heval şehîd ketin. 2 heval di erebê de, 2 heval li hundir û 4 heval jî li ber derî şehît ketin.
Ez pir nêzî hevalên ketin hundir bûm. Li gorî me texmîn dikir zêdetir ji hevalan rolê xwe leyistin. Mîna ku van hevalan bi salan şer kirine, wisan bi şekilkî tecrûbe bûn. Wê çawan bikevin hundir, tevgerên wan, li pey hev hevdu parastin, wisa ketin qereqolê. Mirovan ji wan hevalan hêz digirt. Tenê ew hêzên dijmin ê veşartî derveyî plansaziyê mabû. Ji wê derê darbe hatibû xwarin. Çar hevalên ketibûn hundir bi şekilkî saxlam paşde vegeriyabûn. Çalakî pir serketibû, qederek çek hevalan jî ser dijmin rakiribûn, lê piştî şehadeta hevalan nekarîbûn xelas kin.
'ÇETEYAN HEVKARIYA QEREQOLÊ KIRIN'
Heval Kendal bi awayek xwînsar tevdigere û yek leşkerê ku di kulubeyê maye lê dixe û dikuje. Piştî Kendal leşkerê di kulubeyê de bêbandor dihêle û şûnde heval rehet ji qereqolê vekişiyan. Ji ber cihê qereqolê li deştê ye hevalê paşvedikîn dixwazin erebê zû vekişin. Gundiyek dibêje erebe tune. Li ser wê heval dibêjin rê nîşanî me bidin. Li jêrê dolek heye dibêjin di wire biçin. Li wê dolê cerdevana kemîn avêtin. Dema heval dikevin dolê cerdevan dibêjin teslîm bibin. Heval bi awayek fedayîyane li cerdevanên kemîn avêtine dixin, cerdevaneî dikujin 2 cerdevana jî birîndar dikin û xwe ji kemînê xelas dikin.
Heta deqeya dawî jî tu kesî bawer ne dikir wê ewqas şahadet çê bibin. Ji ber ku qereqol hemû ketibû distê hevalan. Heta dawiyê kom em hatin gel hev hemû kom saxlem gihiştin cihê xwe. Moralek pir cuda û mezin hebû. Me texmîn kir ku şahadet çê bûne. Ji cihazan jî me hin tişt fahm dikirin. Lê bi wî şeklî me ne dizanîbû. Ji aliyê leşkerî ve çalakiyek pir serketî bû, lê şehadeta 8 hevalan ji me re pir zor dihat. Di nav hevalên şehît ketî de di asta tîm û yekîne de, fermandar hebûn.
Heval Çirav sala ‘99’a tevlî gerîla bibû. Ji bo wî hevalî yek çi bêje bi rastî kêm e. Dema pêngava şoreşgerî destpê kir heya şehîd ket çi bar diket ser milê wî bi cih dianî. Bi yek têgihê ku însan vê hevalî pênasebike heval cihê baweriyê, qed û sekna mîlîtanîyê bû. Bi serê xwe dikaribû gelek tişt bida meşandin. Heval Cuma jî heman wisan bû. Heval Aşîkar ew taybetmendiyên Mêrdinê ku tê gotin dînemêr. Bi rastî jî heval Aşîkar bi ked emek û cesaretê xwe lehengek bû. Bi xwestek û heyecanek pir mezin diçû ser çeperê dijmin. Heval Ekîn û hevalên din jî heman mînakê teybetmenî dijiyan. Hemû rêheval wekî rêveberê pêngava şoreşgêrî bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Yên li pişt wan man me soz dane ku di her çeperê de wan bidin jiyîn”