Rayedarekî payebilind ê PDK li Silêmanî îstifa kir
Rayedarekî payebilind ê PDK li Silêmanî îstifa kir
Rayedarekî payebilind ê PDK li Silêmanî îstifa kir
Piştî hilbijartina parlamenta Herêma Kurdistanê hate rojevê gelek gotin dihatin kirin li ser PDK, ku destûrên hilbijartinan binpê dikin. Yek ji rayedarên payebilin ên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li bajarê Silêmanî dest ji karê xwe kişand û îstifa kir.
Li gorî malpera NRT ji serçaveyekî ji nav encûmena serokatiya PDK’ê wergirtiye bilav kiriye, kesê ku istifa kiriye Endamê encûmena serokayetî û berpirsê mekteba aborî ya PDK’ê li bajarê Silêmaniye Hîwa Heme Emîn Axa’ ye.
Herçendî ku ev serçave îstifa kirina vî rayedare wekî pirsgirêkek navxweyî ya PDK binav dike jî, lê di demek ku pirsgirêkên hilbijartinê û encamên wê têne minaqeşe kirin de cihê gumanê çêdike ji bo îstifa kirina vî berpirsê payebilind dinava Partiya Demokrata Kurdistan PDK’ê de.