Rayedarên DYA: Balefir li qada hewayî ya Sûriyeyê hat xistin

Rayedarên DYA: Balefir li qada hewayî ya Sûriyeyê hat xistin

Rayedarên îstîxbarata DYA’yê, îdîayên rayedarên Enqereyê yên der barê xistina balefire Tirk ji aliyê Sûriyeyê de derewand û diyar kirin ku balefira navborî li qada hewayî ya Sûriyeyê hatiye xistin.

Rojnameya The Wall Street Journal cih da îdîayên Enqere yên bi awayê “Balefira me bê ku were hişyarkirin, li qada hewayî ya navneteweyî hatiye xistin, ne mimkun e ku bi balefirşkênê hatibe xistin”. Rojnameyê da diyarkirin ku Şamê li hemberî vê îdîaya Enqereyê da diyarkirin ku balefira Tirk 2 kîlometre di nava xaka Sûriyeyê de bi balefirşkênê hatiye xistin.

Rayedarek ji Wezareta Parastinê ya DYA’yê ku nexwest navê xwe aşkere bike ji rojnameyê re axivî û got; “Ne weke ku Tirkiye îdîa dike ye, heta niha tu delîlên ku piştrast dikin balefira Tirk bi fuzeyan hatiye xistin tune ye.”

Rayedara/ê DYA’yê destnîşan kir ku ji ber ku balefir nizm firiye, bi balefirşkênê hatye xistin û got; “Ger rast be bi balefirşkênê hatibe xistin, wê demê balefir li nêzî peravên Sûriyeyê hatiye xistin.”

Rojnameyê ragihand ku balefira F-4 Phantom balefireke ji rêzê ya keşfê ye û diyar kir ku hin rayedarên DYA’yê bawer dikin ku Tirkiye hêza parastinê ya Sûriyeyê ceribandiye.

Rayadareke din ê berê yê DYA’yî ku berê bi Tirkiyeyê re xebitiye, pirsa “Gelo bi ya we balefir dikare bi şaşitî biçe wir?” pirsî. Rayedarê berê bal kişand ser rotaya balefirê û got ku ji bo hêza parastinê ya Sûriyeyê biceribînin, ew balefir bi zanebûn şandine wir.

Rojnameyê nivîsand ku ji ber ku balefira Tirk hatiye xistin, ev yek ji bo Enqereyê tiştek şermdêr ye, ev y ek jî nîşan dide ku ev yek jî ferqa di navbera Enqere û Washingtonê de da der û dê ev yek Tirkiyeyê di vî warî de zêdetir bixe tengasiyan.