Rayedarên ser sînor ên Başûr ciwanan bi El Nusra tehdît dikin
Rayedarên ser sînor ên Başûr ciwanan bi El Nusra tehdît dikin
Rayedarên ser sînor ên Başûr ciwanan bi El Nusra tehdît dikin
Vegera ciwanên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hincetên rayedarên Başûrê Kurdistanê yên astengkirina vegera ciwanan jî bi dawî nabin. Yek ji wan ciwanên bi navê Hogir Oso da zanîn rayedarên Başûr ên li ser sînor ji wan re gotine “Hûn vegerin Rojava dê çekdarên El-Nusra we bikujin.”
Li dijî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra, yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) banga seferberiyê kiribû, li ser banga YPG'ê gelek ciwanên Kurd ku koçî Başûrê Kurdistanê bibûn vegeriyan Rojava û tevlî nava refên YPG'ê bûn. Hogir Oso yê ji bajarê Hesekê ku berî 2 rojan vegeriya bû diyar kir ku, ew li er banga seferberiyê ya YPG'ê vegeriyaye û bi dehan ciwan li bendê ne ku rayedarên Başûrê Kurdistanê rê bidin wan ku vegerin. Oso got, “Ez nêzî 5 mehan li Başûr mam, berî 2 rojan piştî banga seferberiyê ya YPG'ê vegeriyam Rojava û min biryara xwe da ku tevlî nava refên YPG'ê bibim û welatê xwe biparêzim."
Oso diyar kir ku rayedarên Başûrê Kurdistanê bi gelek hincetan hewl dan ku nehêlin ew vegerin û wiha got “Li Gundê Gerdon ku navendek a rayedarên sînor li wir heye bi dehan ciwanên ji Qamişlo, Kobanê û Efrînê li bendê ne ku rayedarên sînor rê bidin wan ku vegerin Rojava. Ji ber rayedarên Başûr nahêlin derbas bibin hinek ji wan ev çend roj in li çolan radizên."
Oso diyar kir ku rayedarên Başûr bi gelek awayan hewl dan ku vegera wan asteng bikin, lê nikarîbûn. Oso diyar kir ku rayedaran bi behaneya ku belgeyên wan kêm in rê nedane wan ku vegerin û ji wan re gotine ku hûn vegerin Rojava dê çekdarên El-Nusra we bikujin.