RCS ên li Wanê destek dan deklarasyonê
RCS ên li Wanê destek dan deklarasyonê
RCS ên li Wanê destek dan deklarasyonê
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Wanê piştgirî dan deklarasyona KCK'ê û ji bo çareseriya aştiyane xwestin her sê madeyên di deklarasyonê de hat destnîşankirin, bicih werin anîn. Nûneran ragihandin ku nêzîkatiya li van madeyan dê samîmiyetê nîşan bide û gotin, "Evana ne mafên tên bexşkirin e, radestkirina mafên hatine talankirin e. Eger hûn van jî nekin, hingî hûn aştiyê naxwazin."
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Wanê, daxwazên di deklarasyona KCK'ê weşandî de cih girtin, nirxandin.
Serokê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Wanê Yilmaz Berkî anî ziman ku perwerdeya zimanê dayikê mafekî bingehîn e û nabe li ser bazarî were kirin. Berkî diyar kir ku divê mafê perwerdeya zimanê dayikê misoger bê qebûlkirin û got, "Eger hikûmet ji dil be, divê vê daxwazên bicih bîne."
Berkî ji bo xweseriyê jî got, "Bêguman mafê Kurda ê xwerêvebirinê heye" û bibîr xist ku muzakere bi yekalî nabin û got, "Di pêvajoyên muzakereyan de gavên bi tena serê xwe, tiştekî çareser nakin. Ji bo aştiyeke mayînde, pêwîste daxwazên maqûl ên KCK'ê nîşan dane, cidî werin dîtin û bicih werin anîn. Pêwîste destûreke bingehîn a tê de nasnameya Kurd tê qebûlkirin, were çêkirin. Çêkirina van welat perçe nake, berevajî dê welat bike yek."
‘PÊWÎSTE ŞERT Û MERCÊN OCALAN TÊ DE NE WERIN SERERASTKIRIN’
Serokê Şaxê SES'ê yê Wanê Yilmaz Berkî da xuyakirin ku hikûmet ne bi awayekî stratejîk bi awayekî taktîkî nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û got, "Kurd dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn." Berkî ragihand ku nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê nayê qebûlkirin û got, "Vana polîtîkayên ji bo mijûlkirinê ne. Bi pakêtên ku di nava gel de bersivê nabînin, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Di pakêtê de tiştek nîne. Beriya her tiştî divê girtiyên siyasî hemû werin berdan. TMK bi temamî ji holê bê rakirin. Bi guhertinên biçûk ên qanûnê re ev dikarin werin kirin. Lê hikûmet vana jî nake, lewma em ji rêveçûna pêvajoyê bi fikarin. Bi guhertinên biçûk re hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Şert û mercên ragirtinê yên Abdullah Ocalan ku ev 15 sal in tê de tê ragirtin, divê ji sedî sed bên sererastkirin. Vana ji bo Kurdan tiştên gelekî girîng in."
‘DAXWAZ MAQÛL IN’
Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Wanê Selamî Ozyaşar jî da xuyakirin ku perwerdeya zimanê dayikê hem di warê zanistî de hem jî ji bo pêkhatina aştiyê gelekî girîng e. Ozyaşar ragihand ku weke Egîtîm Sen wan her tim perwerdeya bi zimanê dayikê parastine û destnîşan kir ku divê di destûra bingehîn de Tirkiyeyî bê destnîşankirin.
Ozyaşar ragihand ku divê li hemû dibistanan perwerdeya bi Kurdî hebe û got, "Derveyî mafên mirovan e ku ji gelekî re perwerdeya bi zimanê dayikê, bi pere were dayîn. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Di mijara qebûlkirina nasnameya Kurdan di destûra bingehîn de; li gorî me divê destûreke bingehîn a hemû gelan hembêz dike were çêkirin. Daxwaza xweseriyê jî mîna daxwazên din maqûl e û dikare were naskirin. Divê rêveberiyên herêmî werin xurtkirin. Daxwaza xweseriyê demeke dirêje di rojeva welêt de ye. Di dema Ataturk de ji Kurdan re soza mûxtariyetê hatibû dayîn. Xweserî li gelek cihên cîhanê bicih tê anîn."
‘DIVÊ HIKÛMET GAVÊN XWEDÎ BAWERÎ BIAVÊJE’
Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Wanê Selamî Ozyaşar got, "Divê di mijara aştiyê de mirov ne reşbînî bin. Divê mirov aştiyê biparêzin, lê hikûmet jî demek beriya demekê gavên ku baweriyê bide mirovan biavêje." Ozyaşar anî ziman ku pakêta hatiye aşkerakirin pakêteke nava wê pûç e û destnîşan kir ku divê hikûmet hesabên xwe yên hilbijartinê deyne aliyekî.
‘EGER HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN, VAN DAXWAZÊN MAQÛL BICIH BÎNIN’
Serokê Komeleya Hawirdorê (ÇEV-DER) Alî Kalçik jî got, "Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, vê nîqaş divê were qebûlkirin." Kalçik ragihand ku gelek modelên xweseriyê li cîhanê tê rêvebirin û destnîşan kir ku ev yek jî mafekî bingehîn e divê naskirin e.
Kalçik diyar kir ku deklarasyona KCK'ê pêşî li aştiyê vedike û got, "Eger hûn vê jî nakin, hingî tê wateya ku hûn aştiyê naxwazin." Kalçik da xuyakirin ku ji bo aştiyê divê daxwazên maqûl bên qebûlkirin û got, "Vana ne daxwazên bên bexşkirine, radestkirina daxwazên hatine talankirin e. Em hêvîdarin ku wê aştî û biratî pêk were, lê helwesta hikûmetê me dixe nava fikaran."
‘BI RAKIRNA SONDA ME EV PIRSGIRÊK ÇARESER NABE’
Serokê TUHAD-DER Şaxê Wanê Ahmet Aygun jî diyar kir ku paketa hatiye aşkerakirin bersivê nade bendewariyan û got, "Bi qasî em ji daxuyaniyên Birêz Ocalan fêm dikin, ti pêwendiya pakêtê bi muzakereyê re nîne." Aygun ragihand ku deklarasyona KCK'ê maqûl e û ew piştgiriyê didinê.
Aygun ragihand ku divê statuya Kurdan bê naskirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û nasnameya Kurd di destûra bingehîn de bên ewlekirin û got, "Bi hin guhertinên biçûk ên qanûnî re hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi rakirina sonda me û guhertina navên gudnan re hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji ber vê yekê daxwazên KCK'ê maqûl in. Em naxwazin reşbînî bifikirin, lê ev helwesta hikûmetê dikare pêvajoyê bixetimîne. Divê şert û mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan ji sedî sed bên guhertin. Hêvîdarim wê dawî li vê rêveçûna neyînî bê anîn."