RCS ên Wanê: Hêviya me ji çareseriyê kêm dibe

RCS ên Wanê: Hêviya me ji çareseriyê kêm dibe

Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) dan xuyakirin ku PKK'ê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoya çareseriyê bicih aniye, lê hikûmetê heta roja îro ti gav neavêtiye. Rêxistinan banga 'gavê biavêje' li hikûmetê kirin.

Xemsariya hikûmetê ya li pêşberî pêvajoya çareserî û aştiyê ya bi Newroza 2013'an destpê kir, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê dixe nava fikar û gumanan.

"JI BO EM BI HÊVÎ BIN, DIVÊ HIKÛMET GAVÊ BIAVÊJE'

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Wanê Omer Işik, komîsyonên şopandinê û hewldanên ÎHD'ê yên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê bibîr xist û got, "Me kar û hevdîtinên xwe bi raya giştî re parve kirin. Di dema vekişînê de HPG'yî ji pêvajoyê ne bi hêvî bûn. Ji me re digotin; 'Em li ser fermana Rêberê xwe vedikişin.' Di destpêka pêvajoyê de heman guman li gel me û gel jî hebû. Di şûna ku hikûmet gavan biavêje de hîn bêtir qereqolan çê dike û xebatên xwe yên leşkerî dewam dike. Ya rast; ev rewş me dixe nava fikar û gumanan. Bi taybetî bûyerên li Sûriyê diqewimin, fikarên me zêde kirin. Ji bo em bi hêvî bin, divê hikûmet gavan biavêje. Lê mixabin heta niha tiştekî bi vî rengî tineye. Divê tavilê girtiyên bi navê 'KCK'ê hatine girtin serbest bên berdan."

"PÊWÎSTE ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ OCALAN BÊN SERERASTKIRIN"

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajarê Wanê ya Odeya Mîmar û Muhendîsan a Tirkiyê (TMMOB) Şemsettîn Bakir jî der heqê pêvajoyê de weha peyivî: "Pêvajoya çareseriyê di 21'ê Adara 2013'an de destpê kir, aliyê Kurd ji wê rojê ve hemû berpirsyariyên xwe bicih anî. Hikûmetê beranberî vê, ti guhertinên qanûnî nekir. Girtiyên KCK'ê nehatin berdan, benda hilbijartinê nehat daxistin, ev gav gavên hêsan in. Ev gav jî nehatin avêtin. Wer xuyaye wê heta meha Îlonê ti gav neyên avêtin. Birêz Ocalan heta 15'ê Cotmeha 2013'an dem nas kir. Êdî divê qonaxa duyemîn destpê bike. Eger di meha Îlonê de gav neyê avêtin, wê xebatên hilbijartinên herêmî destpê bikin û ji bo gavên berçav li benda hilbijartinê bê sekinîn. Ez vê yekê jî qet erênî nabînim. Divê hikûmet tavilê şert û mercên Birêz Ocalan sererast bike û girtiyên KCK'ê serbest berde. Gavên li vê derê werin avêtin, wê bandoreke erênî li Rojava bike. Pêwîste hikûmet tavilê gavan biavêje."

SES: DIVÊ GELÊ ME ZORÊ BIDE HIKÛMETÊ JI BO GAVAN BIAVÊJE

Serokê Şaxê Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Yilmaz Berkî jî diyar kir ku ji destpêkê ve bi dehfdayîn aliyê Kurd pêvajo dimeşe û got, "Ji bo çareseriyê, ti projeyeke berçav a hikûmetê nîne. Her roj gotinên cûda ji aliyê hikûmetê ve tên. Eger pêvajo têk biçe wê mirov bimirin û pêşeroja me xera bibe. Hikûmet çi dike bila bike, cihê dawî werê, danûstandine. Ev pirsgirêk bi tenê bi danûstandin û diyalogê çareser dibe. Şenseke bi vî rengî careke din bi dest nakeve. Divê ev pirsgirêk çareser bibe. Di vî warî de PKK'ê berpirsyariyên xwe bicih anî, niha dor a hikûmetê ye. Êdî Kurd ne ew gel e bê xapandin. Li Rojhilata Navîn û cîhanê guhertineke mezin rû dide, di vê rewşê de Tirkiye nikare mîna berê bimîne. Tirkiye neçar e mafên Kurdan qebûl bike û bi qanûnan ewle bike. Eger ev pêvajo têk biçe, yê wenda bike mirovên vî welatî ne. Pêwîste gel zorê bide hikûmetê da ku gavan biavêje."

"HIKÛMET DIXWAZE PÊVAJOYÊ JI NÛ VE DÎZAYN BIKE"

Serokê TUHAY-DER a Wanê Ahmet Aygun jî der heqê pêvajoyê de got, "Li Rojava rewşeke ji bo Kurdan derketiye holê û vê yekê AKP bêzar kiriye. Tevî vê, amadekariyên Konferansa Netewî ya Kurdan, Tirkiye, Îran û Sûriyeya mêtînger xistiye nava tevgerê. Ez bawerim dema dewleta Tirkiyê bi Birêz Ocalan re protokol çê kir, rewşên erênî yên ji bo Kurdan li herêmê derkeve holê, nedît. Ji ber vê yekê AKP matmayî ye û hewl dide pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike. Ya rast, zêde hêviya min nema. Kes ji me naxwaze vegere serî. Kurd ne xwedî kîn û hêrsê ye. Kurd aştiyê dixwaze. Lê ji ber çiye nayê zanîn lê hêzên mêtînger Kurdan her tim weke dijminê potansiyel dibînin. Eger yê maseya aştiyê xera bike hikûmet be, berpirsyarî hemû wê ya wê be. Tiştekî zêde yê Kurd wenda bike, tineye. Em hêvîdarin wê hikûmet baş bifikire û pêşveçûnan baş binirxîne."