Rayedarên Spanî ragihandin ku rêberê leşkerî yê rêxistina ETA’yê tevî alîkarê wî li Franseyê hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Oroitz Gurruchaga Gogorza û alîkarê wî Xabier Aramburu di encama operasyonek hevpar a Franse û Spanyayê de li bajarê Cauna ya Franseyê hat girtin.
Rêxistina ETA’yê di cotmeha 2011 de bi fermî dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî anî
Rêxistina ETA’yê ya ku ji bo azadiya welatê Baskê têdikoşe, di 21’ê cotmeha 2011 de ragihand ku wê dest têkoşîna çekdarî berdaye. Ji bo diyalogê gelek caran bang li Spanya û Franseyê kir. Lê belê bangewaziya ETA’yê her tim tê redkirin.
Herî dawî rêxistinê di meha 15’ê gulanê de bang li her du dewletan kir. Lê bang hat redkirin. ETA, daxwaza hevdîtina “yekser” a li gel hikûmetên Spanya û Franse bike. ETA’yê ragihand ku wê ji bo vê yekê delasyonên tayîn kiriye. Lê Spanyayê bersiva nerênî da banga ETA’yê.
Rêxistina ETA ya ku ji bo serxwebûna herêma Baskê têdikoşe, di sala 2010 de agir best ragihand, di sala 2011 de jî di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de dest ji têkoşîan çekdarî berdabû.
ETA, daxwaza hevdîtina “yekser” a li gel hikûmetên Spanya û Franse bike. ETA’yê ragihand ku wê ji bo vê yekê delasyonên tayîn kiriye. Lê Spanyayê bersiva nerênî da banga ETA’yê.
Wezîrê Navxweyî yê Spanî Fernandez Diaz got; "Hikûmet bi rêxistina terorê re ne muzakere kiriye, ne dike û nake jî.”
43 sal in di navbera Spanya û ETA’yê de şer diqewimin, heta îro nêzî 829 kes jiyana xwe ji dest dane. ETA’yê di meha çileyê de agirbesteke mayînde ragihand û ji wê rojê heta niha çalakiyên xwe yên çekdarî ragirt.