Rejîm bombebaran dike, çete talan dikin

Rejîm bombebaran dike, çete talan dikin

Hate ragihandin ku balefirên şer ên rejîma Baas çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li herêma gundên Kûpirlîk, Çelbê  yên Tilebyadê bombebaran kirine û di encamde du şervanên YPG’ê birîndar bûne. Li gundên Til Findir û Til Xeder ku beriya niha hatibûn valakirin jî, çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra tiştên di xaniyên Kurdan de bi wesayîtan dibin Girê Spî (Til Ebyad) û hinek malan dişewîtinin.  

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, îro piştî nîvro balafirên şer ên rejîma Baas çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma gundên Kûpirlîk, Çelbê  bombebaran kirine û di encamê de du şervanên YPG’ê birîndar bûne.

Hate ragihandin ku gundên Til Findir û Til Xeder yên berî niha jiber êrîşên El Nusra hatibûn valakirin jî, ji aliyê çeteyên El Nusra ve tên talankirin. Hate gotin ku çeteyên El-Nusra tiştên di gund ma ne bi wesayîtan dibin Girê Sipî û hinek malan jî dişewitînin.

Li gundê Dugurmanê yê 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê jî Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra erîşî bendên kontrolê yên YPG kirin û şerekî demî rû da. Li gorî agahiyan di şer de endamekî El-Nusra hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.