Rêjîma Baas gundên Efrînê topbaran dike
Rêjîma Baas gundên Efrînê topbaran dike
Rêjîma Baas gundên Efrînê topbaran dike
Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baas gundên derdora bajarê Efrînê topbaran dike. Balkêş e ku ev topbaran di dema êrîşên komên çekdar de pêk tê û wekî “piştgiriya komên çekdar” hate nirxandin.
Li gorî agahiyên ku Berdevkê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, hêzên Rêjîma Sûriyê ji balfirgeha Minix û herêmên Nubil û Zehra gundê Qîvarê, Ihrizê û Keferşîlê topbaran dike.
Xelîl da zanîn topbaran ji duh êvarê de destpê kiriye û hîn didome.
Rêdûr Xelîl bal kişand ku êrîşên rêjîma Baas di dema ku çekdarên El-Nusra êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin de pêk hatine û ev yek jî piştgiriya rejîmê ya ji bo komên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra nîşan dide.