Rejima Baas Hesekê topbaran kir: Jinek mir, 5 jî birîndar bûn

Rejima Baas Hesekê topbaran kir: Jinek mir, 5 jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Baasê li bajarê Hesekê Taxa Miftî ku piranî Kurd lê dijîn topbaran kir. Di encama topbaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û di nava wan de zarok jî heyî 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, li derdora demjimêr 20.00’an de 2 topên hawanê Çerxerêşa Saha Şehîdan a Taxa Miftî ketin. Hate ragihandin ku, herdu topên ku ji aliyê Çiyayê Kewkeb ê ku 10 kîlometre dike rojhilatê Hesekê û li wir tabûra herî mezin a rejîmê lêye ve hatin avêtin, li mala welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdulhelîm Elî ketin. Di encama topbaranê de jineke ku navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û di nav de zarok jî heyî 5 kes jî birîndar bûn.

Ji birîndarên ku rakirina Nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr û rewşa wan girane, navên ên ku hatine hînbûn evin: Jina bi navê Cîhan Hesen, zarokê bi navê Ebdurehîm Hesen. Hate gotin ku, hinek birîndar girtine bin emelîyatê û destê Ebdurehîm Hesen jê bûye.

Her wiha hate ragihandin ku, zarokekî 3 salî di bin xirabeya avahiyê de maye, lê ji ber ku topeke ku li malê ketiye ne teqiyaye, niha xebatên rizgarkirinê nehatine destpêkirin.