Rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd înfaz kir

Rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd înfaz kir

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ên ku bazirganiya li ser sînor dikirin girtin û înfaz kirin.

Li gorî nûçeya servîsa Kurmanciya Jêrîn (Soranî) ya ANF’ê li herêma Şehabedîn a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin.

Hate diyarkirin ku roja 6’ê sibatê leşkerên Îranê êrîşê karwanê bazirganan kirin û destpêkê 77 hespên wan qetilkirin û dest danîn ser tiştên wan. Piştre Rizgar Kemal ê 18 salî, Huseyin Mihemed Çavşînê 16 salî û kekê wî Hoşyar Mihemed Çavşîn ê 20 salî bi saxî girtin, dest û lingên wan girêdan û di zinarekê de avêtin.

Hate diyarkirin ku gundiyan îro cenazeyên her sê ciwanên Kurd wergirtin û birin Baneya Rojhilatê Kurdistanê.