Rejîma Îranê 36 kesên din bi komî darve kir

Rejîma Îranê 36 kesên din bi komî darve kir

Li gorî agahiyên dawî yên ajansan, roja çarşema bûrî rejîma Îranê li girtîgeha Wekîlabad a li Meşhed 35 û îro serê sibê jî li girtîgeha Îsfehan girtiyek, bi giştî 36 girtî darve kirine..

Li gorî agahiyên çalakên parastina mafê mirov û demokrasiyê yên li Îranê, roja çarşemê, ji girtiyên li benda 101. a girtîgeha Wekîlabad a bajarê Meşhed 35 girtî bi awayekî komî bidarve kirine.

Tê îdîakirin ku ji van herî kêm 4 kes ji Efganîstanê ne. Li aliyê din îro serê sibê jî li girtîgeha navendî ya bajarê Îsfehanê jî girtiyek hatiye darvekirin.

Rejîma Îranê dîsa îdîa kir ku ev girtî ji ber têkiliya wan bi bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir re hebû hatine darvekirin.

Rêxistinên parastina mafê mirov îdîa dikin ku Îran gelek caran, ji bo di nav gel de nebe cihê nerazîbûnan, dijberên xwe yên bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir darve dike.

Bi van darvekirinên dawî re, hejmara kesên ji serê salê ve li Îranê hatine darvekirin jî bû 523 kes.