Rejîma Îranê 55 kasibkar girtin
Rejîma Îranê 55 kasibkar girtin
Rejîma Îranê 55 kasibkar girtin
Li Qesra Şirîn a girêdayî bajarê Kirmaşanê herî kêm 55 kasibkar ji aliyê Hêzên Ewlehiya Rejima Îranê ve hatin girtin. Hêzên rejîmê her weha dest danîn ser 64 wesayît û malên kasibkaran ên bi nirxê deh hezaran dolarî.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Tesnîm'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji hêzên ewlekariyê yên Qesra Şirîn Yawer Mihemedî, 55 kasibkarên Kurd li gel 64 wesayîtan hatine girtin û malên wan ên bi nirxê deh hezaran dolarî hatine desteserkirin.
Hat ragihadin kasibkarên hatine girtin, radestî dadgehê hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye li Rojhilatê Kuridstanê salane bi dehan kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên girtin û kuştin.