Rejîma Îranê 7 çalakvanên Kurd girt

Rejîma Îranê 7 çalakvanên Kurd girt

Hat ragihandin ku Hêzên Komara Îslamî ya Îranê 7 çalakvanên sivîl ên Kurd li bajarê Pawe girtine.

Li gorî malpera Kurdpadê ji aliyê hêzên Komaran Îslamî ya Îranê ve di 13’ê Kanûnê de 7 çalakvanên sivîl ên bi navê Aras Hatemî, Goran Behramî, Qanî Hatemî, Mutesem Şafî, Chanbexş Ehmedî, Babek Ebasî, Mihemmed Nîgarî li bajarê Pawe hatine girtin.

Hat ragihandin ku ji aliyê Dadgeha Bajarê Paweyê ve her yek ji girtiyan 6 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn. 

Li gorî heman çavkaniyê ev 7 kesên hatine girtin ji ber sedema propaganda û hewldanên li dijî asayîşa giştî ya welat hatine girtin.