Rejîma Îranê di nava 2 mehan de 24 bikarhênerên înternetê binçav kirin
Rejîma Îranê di nava 2 mehan de 24 bikarhênerên înternetê binçav kirin
Rejîma Îranê di nava 2 mehan de 24 bikarhênerên înternetê binçav kirin
Li bajarê Refisnicanê ji ber hînceta ku li ser malperên înternetê mijar bilav kirîne 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçav kirin. Rêxistina Nûçegihanên Bêsinor a îranê jî zextên rejîma Îranê li ser bikarhênerên înternetê şermezar kir.
Rêxistina Nûçegihanên Bêsinor di raporekê de besa binçavkirina bikarhênerên înternetê dike û di de diyar kirin ku di nava 2 mehan de li Refisinxan, Kirman û Tehranê ji ber sedema bilavkirina mijaran li ser înternetê 25 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçav kirin.
Rêxistina Nûçegihanên Bêsinor destnîşan dike ku herî dawiyê 8 kesan li bajarê Refisincanê ji ber hînceta belavkirina mijaran li ser înternetê ji aliyê hêzên Komara îslamî ve hatine binçav kirin.
Li gorî heman çavkaniyê Serdozgerê Refsincanê ragihandiye ku, ev kesane ji ber bilavkirina mijaran li ser înternetê hatine binçav kirin.
Li gorî rapora Nûçegihanên Bêsinor, di 13’ê Kanûnê de Cigirê Serdozgrê bajarê Kirmanê binçavkirina 16 kesan pişt rast kiriye. Cigirê serdozger sedemê binçav kirina wan ji heman hêcata bilavkirina mijaran li ser malperên înternetê dide diyar kirin.
Li gorî çavkaniyan ji dema Rohanî hatiye li ser kar û şunde zextên li ser rojnamevanan zêde dibe.