Rejîma Îranê du "kasibkarên" din bê pirs û îfade qetil kir

Rejîma Îranê du "kasibkarên" din bê pirs û îfade qetil kir

Hêzên rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurdên din bi hinceta "kasibkarî" kirine qetil kirin. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku li ser van kesan, eşyayê bazirganiyê nehatiye dîtin.

Di 4'ê Cotmehê de li nêzî bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Kerîmî (30) di encama gulereşandina hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê îdîa kir ku Kerîmî gava kasibkarî dikir, hatiye kuştin. Lê belê li gorî şahidên bûyerê, li gel Kerîmî tiştekî bi vî rengî nîne.

Ji aliyê din ve kesê bi navê Mihemed Selîmî jî di 3'ê Cotmehê roja Pêncşemê de li nêzî gundê Zerwaw ê ser bi bajarê Bane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Hêzên dewletê piştî qetilkirina bavê du zarokan Selîmî, li cihê bûyerê ti eşyayê qeçax nedît.

Rejîma Îranê her sal li ser sînor bi dehan mirovan bê pirs û îfade, bi hinceta kasibkarî dikin dikuje.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdan li Îranê di sala 2012'an de leşkerên rejîma Îranê li ser sînor herî kêm 37 kes qetil kirin.

Leşkerên Îranê li ser sînor xwe dixin şûna dadgeriyê û mîna "tîmên mirinê" tevdigerin.