Rejîma Îranê girtiyek din li ber çavê gel bi dar ve kir

Rejîma Îranê girtiyek din li ber çavê gel bi dar ve kir

Doh li bajarê Kirman girtiyekî din li ber çavê xelkê hate darvekirin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Fars, doh serê sibê li navenda bajarê Kirman, girtiyekî bi navê Yasir ê 27 salî, li pêş çavê xelkê hatiye darvekirin..

Kesê navborî bi îdîaya sûcekî civakî hatibû giritn û cezayê îdamê lê hatibû birrîn. Bi vê darvekirinê re, li gorî daneyên fermî yên dewletê, hejmara kesên ji serê salê ve li Îranê hatine darvekirin bû 31.

Lê li gorî saziyên parastina amfê mirov, ji ber ku  gelek kes bêyî agahiya malbat û parêzerên wan  têne darvekirin, hejmara rast ji vê zêdetir e.

Dewleta Îranê her weha ji bo nebe sedema nerazîbûnên gel, gelek dijberên xwe bi îdîayên ku bazirganiya madeyên hişbir kirine darve dike.