Rejîma Îranê ji ber darvekirinan li Amedê hat şermezarkirin
Rejîma Îranê ji ber darvekirinan li Amedê hat şermezarkirin
Rejîma Îranê ji ber darvekirinan li Amedê hat şermezarkirin
Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emin Yilmaz, têkildarî darvekirina 2 siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Rejîma Îranê ve daxuyanî da û diyar kir ku ew darvekirina ciwanên kurd nahlet dikin û xwest her kes li hemberî darvekirinê dengê xwe bilind bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi boneya 2 siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin li ber avahiya BDP'ê ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek welatî, Dayikên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emin Yilmaz û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê BDP'ê Mehmet Emîn Yilmaz, daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhaya gelê kurd. Yilmaz, anî ziman ku li 4 perçeyên Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhaya li ser kurdan berdewam dikin û kurdên li azadiya xwe digerin rastî cezayên girtin, kuştin û darvekirinê tên.
Yilmaz, darvekirina ciwanên kurd şermezar kir û anî ziman ku darvekirina ciwanên kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve encama hişmendiya faşizan e. Yilmaz, destnîşan kir ku ji sala 2007'an heta niha 30 ciwanên kurd ji aliyê rejima Îranê ve hatine dervekirin û darvkirin şermezar kir û wiha got: "Em helwesta Rejîma Îranê da darvekirina kurdan nahlet dikin. Em dê li hemberî vê zilm û neheqiya li ser gelê kurd û gelên erdnigeriya Kurdistane pêk tên tekoşîna xwe bilintir bikin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî van darvekirinan dengê xwe bilind bikin."