Rejîma Îranê kasibkarekî Kurd qetilkir
Rejîma Îranê kasibkarekî Kurd qetilkir
Rejîma Îranê kasibkarekî Kurd qetilkir
Li bajarê Serdeştê bi guleyên hêzên rejîma Îranê kasibakrekî Kurd jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên bi dest ketine roja pêncşemê Kurdekî xelkê Serdeştê yê bi navê Omer Mihemed Kerîmî li nêz gundê Zerwawî bi guleyên rejîna Îranê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî malbata Kerîmî rejîma Îranê bê sedem û bi armanca kuştinê gule berdayînê.
Her ku diçe rejîma Îranê siyaseta xwe ye kuştinê li ser kasibkarên Kurd zêde dike û siyaseta hejarî yê li herêmên Kurdan dide berdewam kirin, her wiha di milê bacê de jî cudahiyek mezin têxe dinavbera herêmên Îranê û Kurdistanê de. Ji ber siyaseta wê ya darvekirinê û kuştinê mehane bi dehan Kurd tên qetilkirin, birîndarkirin û girtin.