Rejîma Îranê Kurdekî din bidarvekir

Rejîma Îranê Kurdekî din bidarvekir

Komara Îslamî ya Îranê li girtîgeha Bemê ya bajarê Kirmanê ciwanekî Kurd ê 27 salî bidarve kir. 

Li gorî malpera nûçeyan ya kurdpa ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, duh  li Girtîgeha Bemê ya bajarê Kirmanê ciwanekî Kurd ê bi navê Efşîn Derwazî yê 27 salî yê kurê Sadiq ji gundê Gengeçînê ya girêdayî herêma Sêro(Biradost) hatiye bidarvekirin.

Sêşema bihurî jî ciwanê Kurd ê bi navê Bêzad Xelîlî yê 24 salî yê xelkê bajarê Şino ji aliyê karbidestên girtîgeha Ûrmiyê ve hatibûn bidarvekirin.

Bi vê darvekirinê re li Îranê di nava mehekê de 18 jê Kurd tê gotin bi giştî  87 kes hatine darvekirin.