Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyê Kurdekî din bi darve kir

Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyê Kurdekî din bi darve kir

Rejîma Îranê li Girtîgeha Ûrmiyê girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Bêhzad Xelîlî Îgdîrî bidarvekir.

Li gorî agahiyên bi destketine komara Îslamiya Îranê ciwanekî Kurd ê bi navê Bêhzad Xelîlî Îgdîrî yê kurê Mihemed Reza berî çend rojan li Girtîgeha Ûrmiyê bidarvekiriye.
  
Bêhzad xelkê bajarê Şinoyê bû û ji ber hinceta kuştina kesekî, cezayê bi darvekirinê lê hatî bû birîn. 

Hat ragihandin ku malbata kesê ku hatî kuştin xwestîne cezayê bidarvekiyê yê Xalîlî bê rakirin jî lê ji aliyê karbidestên dewletê ve nehatiye pejirandin.

Di 6’ê Kanûnê de jî ciwanekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Yunis Bapîrî yê temen 19 salî li Gîrtîgeha Ûrmiyê ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin.

Li Îranê di nava meha dawî de 17 jê Kurd tê gotin bi giştî  79 kes hatine darvekirin.