Rejîma Îranê li Helsînkî hat şermerzarkirin
Rejîma Îranê li Helsînkî hat şermerzarkirin
Rejîma Îranê li Helsînkî hat şermerzarkirin
Darvekirina 2 siyasetmedarên Kurd û 16 Belûcî yên di rojên dawî de, li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi çalakiyek li ber Konsolosa Îranê hat şermezarkirin.
Bi armanca şermezarkirina darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî û 16 Belûcî yên di 26'ê Cotmehê de hatin darvekirin, duh danê nîvro li ber Konsolosa Îranê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi beşdariyeke girseyî mîtîngek hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniya Komîteya PJAK'ê ya Fînlandiyayê hat xwendin û bang li dewleta Fînalndiya û demokrasîxwazan hat kirin ku li hemberî kiryarên hovane yên rejîma Îranê bêdeng nemînin.
Di mîtîngê de yek ji rêveberên PJAK'ê yên Ewropayê Ehwen Chyako axivî û diyar kir ku hikûmeta Rûhanî bi hevdîtinên li gel dewletên Rojava re dixwaze rastiya rejîma Îranê veşêre û got, "Di rastiyê de Îran weke berê diktatoriya xwe û kiryarên xwe yên hovane li hemberî gelê kurd û gelên din ên Îranê dewam dike."
Chyako bal kişand ser darvekirinên dema dawî û destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re li dijî van êrîşên rejîma Îranê rawest e. Chyako got, "Partiya me û gelê kurd darvekirina van hevalên me bê guman bê bersiv nahelê û bila Îran vê yekê baş bizane."
Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire Xameneyî û Rûhanî û birûxe Komara Îslamî ya Îranê” bi dawî bû.