Rejîma Îranê sîxurtiyê li ser girtiyên siyasî ferz dike
Rejîma Îranê sîxurtiyê li ser girtiyên siyasî ferz dike
Rejîma Îranê sîxurtiyê li ser girtiyên siyasî ferz dike
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, her roj bi rêbazeke cûda sîxurtiyê li ser girtiyên siyasî yên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ferz dike.
Rejîma Îranê, di berdêla 'serbest berdanê' de sîxuriyê li ser girtiyên siyasî ferz dike ku li dijî gelê xwe bi rejîma Komara Îslamî re hevkariyê bikin.
Hat ragihandin, 3 birayên hev ên ji gundê Golçêrê, ku ji aliyê Îtleata Mêrîwanê ve hatibûn girtin, piştî îmzekirin û erêkirina belgeya sîxuriyê hatin berdan. Li gorî agahiyan, ev kesên mijara gotinê niha di nava gel de li dijî xebatên tevgera azadiyê ya gelê Kurd propaganda dikin û alîkariyê didin tîmên kontra (pasdar) ên rejîma Îranê.
Hat hînbûn, wê li ser 30 girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Mêrîwanê heman sîxurtî tê ferzkirin û di berdêla îmzekirina belgeya sîxuriyê de, dixwazin wan berdin.