Rejîna Îranê 39 sal cezayê girtîgehê da 39 hunermedên Kirmaşanî

Rejîna Îranê 39 sal cezayê girtîgehê da 39 hunermedên Kirmaşanî

39 hunermedên ji beşên cuda yên wek mizûk, wênegir û dîmen kêş, dengbêj û derhênerên mizûkê li Kirmaşanê her yekê salak cezayê girtîgehê û 10 milyon lîreyê Îranê lê hatin birîn.

 Sala derbasbûyî 58 hunermedên Kirmaşanê ku piranî bi karê mizûkê ve xerikbûn hatibûn binçav kirin.

Piraniya wan kesan navendên Ewlehiyê bi rêya telefonê agahî dabûn wan û paşê desteser kirî bûn.

Kesê ku nexwest navê xwe bêje, li ser bûyerê wiha ragihand: “Sala derbasbûyî hêzên ewlehiyê bi rêya telefonê gazî van hunermedan kiriye. Gelek ji wan piştî peywendiya telefonê çûne navenda Ewlehiyê û hinek jî ne çûne. Ew kesên ku, peywendiya telefonê berçav negirtiye, telefonên wan hatîne birîn û li ser malên wan de girtîn û desteser kirin.”

 Navê hejmawek ji wan hunermendên hatîn desteser kirin wiha ne:

 Şehram Nezerî, Yas Rustemî, Arman Bihramî, Seyîd Ferzad Huseynî, Mîlad Bihramî, Resul Namdarî, Babek Rehmanî, Mucteba Ferhadî, Seyîd Wehîd Huseynî, Seîd Lutfî, Arş Lutfî, Mihemed Reza Emîrî, Elî Esxer Mihemedî, Sîrus Cemşîdî, Kambîz Cemşîdî,  Cewad Cemşîdî, Emîd Heyderî, Elî Ehmedyan, Muslim Muradî, Reza Bezm (Bihramî ) Sabr Bhramî, Secad Suhrabî, Reza Cemşîdî, Hemîd ( Reza ) Bruk, Xelîl Ezîzî, Mehdî Elahî Gakiye, Muhsin Purmest Luristanî, Eyûb Melek Zade, Mesûd Celîlyan, Eldulhisên Rezayî, Îman Tawse, Mehdî Depehlewanî, Elîreza Muradyan, Elî Nerîmanî, Mûstefa Penahî, Şehab Emîrî, Emîr Zengîşe, Nasr Nesretî, Xanim Ferîba Husênî.