Rengek ji jiyana gerîla
Rengek ji jiyana gerîla
Rengek ji jiyana gerîla
Gerîlayên jin bi lêgerînê azadiyê berê xwe didin çiyan. Derengî şevê ez û çend gerilayên jin û xort siwarî wesaîtekê bûn û me berê xwe da herêma ku em biçinê. Ji ber ku ez li heremê nume min ti dever nasnedikir. Ji ber wê cih û gundên ku em têre derbas dibûn min navê wan ji gerîla di pirsî. Bersiv dayîna gerîla diyar bû ku, li qasî naskirina xwezeye ev qas jî li ser dîrokê ji şerazebûn. Demek şunde sohbeta ku me bi gerîla re dikir ajotkar (şofêr) jî tevlî bû û behsa bajarokê em di nav re derbas dibûn ên Amediyê kir.
Ji dûr ve min Amediyê dîtibû lê disa min li axaftinên ajokerê wesaîtê guhdar dikir. Tiştên herî zêde bala min kişand ev bû ku, li bajarê Amediyê ne tenê Kurdan jiyankiri bû. Di heman demê de qewmên dîtir jî bi nasname û çanda xwe li vî bajarî jiyankirine. Heya niha jî ew qewmên ku ji asûrûya pêk tên li Kurdistanê li ser ol û çanda xwe jiyan dikin û nirxên xwe diparêzin.
Rêwîtiya me ya ber bi dilê çiyan ji gundê Sîda seat dehê şevê destpê kir. Piştî meşa meya nîv saetê û şunde ji dûr ve dengê xum-xuma ava kaniya hat guhême. Ji nişke ve kêliyên bi heyecan li deriyê dilê min xistin. Ez li beramberî vê heyecanê xwe matmayî mam. Levra hin meşame nû dest pêkiribû. Têlê qirika mirov ziwa dike li pişt perdeya şevê ji me xeyidî bû û li benda berbanga sibehê bû, gelo çima heyecan? Ez negihîştim bersiva vê pirsê bidim, carekê min hîskir destê min li ber wê kaniyê ye û mîna bi rojan min av nevexwariya û nedîtiye ez naxwazim jê qutbibim. Bi şûştina riwê xwe re dilê min hînik dibû. Mîna ku ez ji xew rabim min dît gerîlayên jin li benda min sekinîne û dixwestin derbas bibin.
GUNDÊN 8 KANIYÊN BIHIŞTÊ TÊDE
Gundê min av lê vexwar û di tarîtiyê de bûm mêvanê çiya û daristanên wê, gundê Sîda bû. Ew gund jî mîna hemû gundên Kurdistanê vala bu. Nêzî Çemê Cihû ya ye, Avaşîn jî di kêleka wê re derbas dibe û nêzî heşt kaniyên wê hene. Min tenê sê kaniyên wê dîtin. Yekê ji ya dîtir bal dikişand ser xweşikbûna xwe. Li gorî gerîla behs dikirin, navê kaniyeke gundê Sîda kaniya Jina ye. Ez neçûm ser wê kaniyê lê belê li gorî texmînê min; gelo ji ber jin li ser komdibin û suhbet dikin, lewma ev nav lê kirine. Gundê Sîda bi fêkiyên xwe tê naskirin bi taybet gerîla behsa hinarên wê dikirin. Gundê Sîda yê eşîra Rêkaniya ya başûrê Kurdstanê ye. Ne tenê gundê Sîda yê Rêkaniya ne, gelek gundê wan li wê mentîqê hene.
‘TU BI XÊRHATÎ HEVAL’
Bi fikareke gelo ezê çawa bi gerîla re bidim û bistînim, ezê çawa ji kabûsa biyaniyê rizgar bibim di serê min de diçû û dihat. Wext li min tengbibû û ruhê min tengav dikir. Hevoka gerila ya “tu bi xêrhatî heval” cesaret da min ez bi ser vê biyaniyê de biçim û nefeseke kûr bikişîn im. Gerila bilêvkirina gotina heval, derî ji te re vedikin ku tu xwe nêzî wan bike. Ew gotina heval diyar dike ku kesayetên giran buha ne. Ji bo ez bi wan re bidim û bistînim min bi gotina heval xîtabetî wan dikir. Min bi gerîlayên jin ên kevn re sihbet dikir. Du gerilayên jin ji Amedê bûn û behsa zor û zehmetiyên ku polîsên Tirk li ser wan dane meşandin dikirin. Ji bo tola xwe û malbata xwe ji polîsên Tirk bigirin tevlî nava refên gerîla dibin.
JI BOY TOLA XWE JI POLÎSEN TIRK BIGRIN TEVLI GERÎLA BÛME
Hîna ez bi gerîlayên jin re li ser sedemê tevlîbûna jin ji gerîla re sihbetdikim, min dît gerîlayeke jin bang kir û got “ şervanên nû hatin.” Bi vê gotinê re berteka min ya yekem ev hevok bû, ger dewleta Tirk di vê pêvajoya çareseriyê de nikare li pêşiya tevlîbûna keç û xortên Kurd bibe asteng, êdî ew ti carî nema dikare bibe asteng. Li gorî axaftina gerîla tevlîbûn ji salên berê hîn zêdetir e. Piştî ku her sê gerîlayên jin ên nû tevlîbûne pêdiviyên xwe pêkanîn û îstîraheta xwe kirin, ez çûm gel wan û min ji wan pirsî hûn çima tevlîbûne? Li beramberî vê pirsa min şoq man û gotin “di vê demê de pêwîste ev pirs ji keç û xortên Kurd neyê kirin.” Piştî ku min sedemê vê pirsê ji wan re ravekir û mereqa xwe ya naskirina sedemê tevlîbûna wan anî ziman, bersiva pirsa min dan.
‘DIVÊ TEVLÎBÛN JI HERDEMÊ ZÊDETIR BE’
Gerîlaya Kurd Zînê Ardexan a ku sala 1989 an li Ardexanê ji dayîk bûye. Zanîngeh bi dawî kiriye û bi riya hevalên xwe yên dibistanê PKK naskiriye. Zînê di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê piştî dest bi xebatê ciwanan kiriye guhertin di kesayeta wê de çêbûye û axaftinên xwe wiha domand; “ Malbata me newelatparêzin û li pêşin. Hîna di temenekî biçûk de min bihîstibû ku xalekî min şehîd ketiye. Wekîdîtir ti têkiliya min bi hevalan re nînbû. Min di dibistanê de bi riya hinek hevalên xwe destbi bi lêgerîna naskirina kesayeta Rêber APO kir û ez wiha tevlî xebatên ciwanan bûm.
Têkiliyên hevalan, nirxdayîn û hurmetdayîna wan ji hev re bû dermanê ezeztiya kesayeta min. Berî ku ez bi hevalan re bixebitim tenê derdê min xwendina min bû. Li derûdora min çi çêdibe, însan çawa dijîn, min ji xwe nedipirsî. Kapîtalîzm ez serxweş kiribûm û ruhê min ziwakiribû.” Bi pirsa min a tu çima tevlîbûyî, Zin wiha bersiv da “tevlîbûn divê ji herdemê zêdetir be. Dibe ku par hemle bû û şerekî dijwar dihate meşandin. Lê belê pirsgirêk ne şer an jî çareserkirina pirsgirêkê ye. Tu nema dikare di wê civakê de bijî. Ji xwe baweriyê kesekî nîne ku AKP’ê pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji ber vê yekê ez 2013’ ande tevlî nava refên gerîla dibim”
‘JI JIYANÊ HEZDIKIN’
Gerîlaya Kurd Îvana Zagrosa di sala 1994’an li Efrîn ji dayîkbûye. Malbata wê welatparêz e û neh salan xwendiye. Diyar bû ku keçeke asê ye û paşnavê xwe xistibû Zagros. Hîna berî ku tevlî bibe hertim xwestiye Zagrosê bibîne. Zagros bi kadroyên PKK’ê yên li gel wan kardikirin bandor dibe û girêdana xwe ya bi wan ve wiha tîne ziman; “malbata me welatparêz bû, lê belê têkiliyekî min a xurt bi hevalan re nînbûn. Piştî ku danûstandina min bi wan re çêbû, ez gelekî bi wan ve hatim girêdan. Ne di civakê de ne jî di dibistanê de min hevaltiyeke mîna ya wan nedidît.
Gelekî ji jiyanê hezdikirin. Bi taybet piştî ku hevalekî li gel me kar dikir, li çiyê şehîd ket min bîryara xwe ya tevlîbûnê da û sala 2013’an min berê xwe da çiyan.” Li ser pirsa min a tu çima li rojava nemayî û tu hatî çiyê wiha bersiv da “ Ew hevalê ez bi şehadeta wî bandor bûm, li çiyê şehîd ket. Ji bo ciwanên Kurd ferq nîne li kûderê têkoşîn bikin, a girîng ji bo welatê xwe têkoşîn bike.”
‘HEVAL NE MÎNA MIROVÊN CIVAKÊ BÛN’
Viyan Heftenîn a bi navê Zozan Mecdedîn sala 1995’an li Girkê Legê ji dayîk bûye. Malbata wê welatparêz e. Hîna li malê navê Viyan Soran dibihîze û bi çalakiya wê bandor dibe, ji ber vê yekê navê xwe dike Viyan Heftenîn. Heftenîn bi riya malbata xwe PKK’ê dinase û wiha behsa wan dike “Heval ne mîna mirovên civakê bûn. Tu ji islûbê wan bigire, ji danûstandina wan bigire, heyanî hezkirina wan ji mirovan re cûda ye. Min ew hezkirina wan a ji însanan re li ti deverê nedidît. Piştî ku şoreşa rojava destpêkir, ji herkesî têkoşîn hate xwestin û bi hatina çiyan min xwest ez têkoşîna xwe bidim meşandin.”
KAZÎWA JIYANEKE HÊSAN JI BO XWE NEPEJIRANDIYE
Di wê yekîneya gerîlayên jin de gerîlayeke jin ji başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerÎla bûyî hebû. Nav û birîndariya destê wê bala min kişand. Kazîwa Viyan a di sala 1994’an li navçe Pencewîn a girêdayî Sileymaniyê hatiye dinê û sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bûye. Min bi Viyan re li ser şêweyê tevlîbûna wê sihbet kir û wiha ji min re behskir; “malbata me newelatparêz bû û alîgirê partiya YNK’ê bûn. Min hertim navê PKK’ê û gerîla bi xerabî bihîstibû. Ji bo em tevlî partiyê nebin, dayîk û bavê min hertim ji me re digotin “PKK’ê serê zarokan jêdikin, keçan direvînin û dest tavêjin wan” ti carî destûr nedidan ku em li televizyonên Kurdî temaşebikin.
Ez diçûm dibistanê û min tenê dizanîbû malbata hinek hevalên min ên dibistanê welatparêz in û heval têne mala wan. Tişta lêgerînê tevlîbûnê bi min re da çêkirin nakokiyên di navbera min û malbatê de bû. Piştî ez gihîştim sinifa dehan, malbatê nema destûr da ez bixwînim. Ew qedexekirina wan a xwendina keçan û nêzîkatiyên wan ê çewt ji keçan re, hêrsekî mezin bi min re da çêkirin û min wiha bîryar da ez tevlî gerîla bibim.”
Piştî ku gerîlaya Kurd Viyan tevlî dibe bixwe rastiya gerîla dibîne û dibîne nêzîkatî ji jin re ne mîna jê re behskirine, jin hîn zêdetir dikare azad bijî, bibe xwedî îrade. Ev yek gelekî bandor li ser wê dike. Viyan sala 2012’an wexta ku bi hevalên xwe re diçe keşfa çalakiyekê rastî bombebarana artêşa Tirk tê û bi perçeyê hewanê ji destê xwe birîndar dibe. Bi roxmî ku birîndar bûye jî dev ji çiyan bernade û bi alîkariya hevalên xwe tevlî jiyanê dibe.