Rêveberên BDP’ê dê biçin Roboskiyê
Rêveberên BDP’ê dê biçin Roboskiyê
Rêveberên BDP’ê dê biçin Roboskiyê
Namzetên BDP'î yên şaredariyan, endam û rêveber, serokên rêxistinan ên BDP'ê dê di 28'ê kanûnê de biçin Roboskiyê û komkujiya Roboskiyê şermezar bikin. Dê hevserokên Giştî û parlamenterên BDP'ê jî tev li çalakiyê bibin.
Di 28'ê kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk li Roboskiyê bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin. 3 roj şûnde 2'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê ye. Bi minasebeta 2'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê hemû hilbijêrên BDP'î yên herêmê dê biçin Roboskiyê û komkujiyê şermezar bikin.
Têkildarî mijarê Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak giştînameyek şand ji rêxistinên xwe re. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku di ser komkujiya Roboskî re 2 sal derbas bû, lê hêj hesap nehatiye pirsîn. Di giştînameyê de hat zanîn ku hêj hesap hetaniye pirsîn û leborîn nehatiye xwestin. Di berdewama giştinameyê de hat xwestin ku hemû parlamenter, şaredar û hilbijêrên BDP'î yên herêmê di 28'ê Kanûnê de li Roboskiyê tev li çalakiyê bibin û hesap bipirsin. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku dê di 28'ê Kanûnê saet di 11.00'an de 34 kesan bi girseyî bibîr bînin. Hat diyarkirin ku dê ji Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Bedlis, Mûş, Wan, Dîlok, Semsûr, Dersim, Xerpêt, Çewlîk, Colemêrg, Qers û navçeyên wan bi girseyî bimeşin Roboskiyê.