Rêveberiya Asayîşa Rojava: Di Cejnê de 77 girtî hatin berdan
Rêveberiya Asayîşa Rojava: Di Cejnê de 77 girtî hatin berdan
Rêveberiya Asayîşa Rojava: Di Cejnê de 77 girtî hatin berdan
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di civînek çapemeniyê de bîlançoya teqînên ku di nava 6 mehan de li seranserî Rojava pêk hatine, bûyerên di vê demê de çêbûne, eşkere kir. Rêvebirê Asayaşiya Rojavaya Kurdistan Ciwan Îbrahîm diyarkir ku di nava 6 mehan de li seranserî Rojava 48 teqîn pêk hatine. Îbrahîm eşkere kir ku 22 endamên Asayîşê dema bi erkê xwe radibûn jiyana xwe jidest dane. Bi munasebeta Cejna Qurbanê 77 girtiyên ku ketin ber efûyê, serbest hatin berdan.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê bûyerên di nava 6 mehan de li seranserî Rojava pêk hatine, kesên di encama efûya cejna qurbanê de serbest hatine berdan civîna çapemeniyê lidarxist. Civîna çapemeniyê li navenda Giştî ya Asayîşa Rojava ya Qamişloyê hate lidarxistin, Endamê Rêveberê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm ji rojnemavanan re axivî. Ciwan Îbrahîm diyar kir ku, di nava 6 mehên dawî de li seranserî Rojavayê Kurdistanê 48 teqîn pêk hatine û di encam de 22 endamê wan jiyana xwe ji dest dane.
Îbrahîm di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:“Li Qamişlo tevî teqîna ku di encamê de Endamê Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Îsa Hiso jiyana xwe ji dest da 8 teqîn, li Dêrikê teqînek, li Amûdê 4 teqîn, li Dirbêsiyê teqînek, li Tirbespiyê 4 teqîn, li Hesekê 14 teqîn û 5 bombe hatin bê bandor kirin, li Til Temir 5 teqîn, li Çilaxa jî 7 teqîn, Li Girkê Legê jî 3 teqîn û li Efrînê 5 teqîn pêk hatine.’’
Ciwan Îbrahîm da zanîn ku di nava 6 mehan de 22 endamên wan di berxwedana li Rojava de şehîd ketine û wiha dom kir: “Li Dêrikê 3, li Çilaxa 2, li Tirbespiyê 2, li Kobanê 6, li Serêkaniyê 5, li Hesekê 3 û li Qamişlo endamek me dema li ser erkê xwe yê parastinê bûn şehîd ketine.’’
Rêveberê Asayîşê destnîşan kir ku, hêzên wan li seranserî herêmên Rojava 77 girtiyên ku ketin ber efûya Dîwana Edelatê serbest berdan û wiha pê de çû; “Hêzên me li Dêrikê 10, li Til Temir 1, li Hesekê 6, li Kobanê 8, li Efrîn 36, li Qamişlo 16 girtiyên ku ketin ber efûyê serbest hatine berdan. Di girtîgehên me yên Amûdê û Tirbespiyê tu girtî tune ne.’’
Derbarê Ciwanê bi navê Hisên Şakir ku di bûyerekê de ji aliyê Dewriya Gumrika Rojava ve hate kuştin Îbrahîm ev agahî dan; “Hisên di qaçaxiyê de kar dikir û dema ku li ser noqteyek Gumrika Rojava hêzên me xwestin rawestînîn, di navbera wî û endamên Gumrkê de pevçûn derket. Dema ku ketin erdê guleyek bi şaştî ji demançeya endamên gumrikê derketiye û jiyana xwe ji dest daye. Kesên di vê bûyerê cihê xwe girtine endamên gumrikê hîn girtîne û lêpirsîn hîn didome.’’
Di dawiya civînê de ciwan pirsên Rojnamevana bersivand.