Rêveberiya Başûr destûr neda delegeyên konferansa ciwanan

Rêveberiya Başûr destûr neda delegeyên konferansa ciwanan

Delegeyên 3’emîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd a ku dê di 26’ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, ji aliyê rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li ser sînor ve hatin astengkirin.

Li gorî agahiyên ku, ciwanên ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê, her wila derveyî welat hatibûn û dixwazin di Deriyê Sînor ê Sêmalka re yê Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, li ser sînor ji aliyê peywîrdarên rêveberiya başûr ve hatin astengkirin. Li gorî agahiyên ku ciwanan dane, rayedarên sînor bi îdîaya ku belgeyên wan kêmin, nehiştine ku derbas bibin. Lê ciwanan diyar kirin ku, belgeyên wan ên fermî û vexwendnameyên konferansê li ser wane, bes dîsa jî destûra wan nayê dayîn.

Rawestîna ciwanan a li ser sînor didom...