Rêveberiya Wargeha Kefercanê: Bila Rudaw dest ji berevajîkirinan berde
Rêveberiya Wargeha Kefercanê: Bila Rudaw dest ji berevajîkirinan berde
Rêveberiya Wargeha Kefercanê: Bila Rudaw dest ji berevajîkirinan berde
Rêveberiya Wargeha Kefercanê ya ku kesên ji Heleb, Til Hasıl û Til Eranê koç kirine lê dimînin derbarê nûçeyên ku ji aliyê Rudaw TV û nûçegihanê wê ve yên wek “Çûna wargehê ji aliyê YPG’ê ve hat astengkirin” tên servîskirin nerazîbûn nîşan da.
Rêveberên wargehê Xelîl Bekir, Elî Mustafa û Hevîn Aluş, destnîşan kirin ku nûçeya di Rudaw TV de ku hatiye gotin çûna wargehê ji aliyê YPG’ê ve hatiye astengkirin ne rast e û wiha gotin, “Rêveberê vê wargehê em in. YPG ligel ku tevayî Efrînê û Rojava diparêze ewlekariya wargehê jî digire. Lê ew çûn nûçeyeke derew çêkirin û gotin YPG’ê em nekirin wargehê. Rudaw TV û nûçegihanê wê ji ber ku nûçeyên derbarê wargeha me de berevajî dan û dîsa ji ber ku bi awayekî fermî nehatin destûr nehat dayîn derbasî wargehê bibin. Bi qasî ku ev ne bes bin nûçeyeke bêwijdanî ku dibêjin li Til Eran û Til Hasil qetlîam nîn e çêkirine. Ji ber van nûçeyen derewîn destûr nehat dayîn bikevin wargehê.”
Rêveberiya wargehê da xuyakirin ku ji bo kesên rastiyan binivisînin û bidin xuyakirin timî deriyê wan vekiriye. Û her wiha her kesên ku prosedurên fermî bi cih bînin dikarin werin wargehê, dîmenên bixwazin dikarin bikişînin û nûçeya xwe çêbikin.