Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Tilkoçer'ê hat nirxandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Tilkoçer'ê hat nirxandin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Tilkoçer civîneke girseyî lidar xist, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirixand û pêdiviyên welatiyan şopandin.

Bajarê Tilkoçer ku ji aliyê komên çete ve hatibû dagirkirin, roja 26`ê Cotmehê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hate rizgarkirin. YPG`ê piştî rizgarkirinê dest bi paqijkirina bajêr ji mayin û teqemeniyan kir. Piştî bajar ji mayînan hate pakijkirin, komîteyên xizmetê navendên av, elektrîk û firneya bajêr çêkirin. Roja 20`ê Mijdarê welatiyên bajarê Tilkoçerê vegeriyan malên xwe. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi welatiyan bide nasîn û pêdiviyên welatiyan guhdar bike li bajarê Tilkoçer civîneke girseyî lidar xist. Civîna ku bi sedan welatiyên bajêr beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.

Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Hisên Şawîş der barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji welatiyan re axivî. Şawîş da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyên herêmê hatiye ava kirin û wiha got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne ji bo desthilatdariyê hatiye ava kirin, lê belê jibo avakirina civaka pirr alî, civaka ku gel dikaribe bi rêya saziyên xwe yên sivîl kar û barên xwe birêve bibe."

Şawîş her wiha der barê rola Jinan a di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de axivî û da zanîn ku pêwîste jin jî di nava saziyên rêveberiyê de cihê xwe bigre.

Hisên Şawîş wiha dewamî da axaftina xwe; " Bajarê Tilkoçer mîna Sûriyeke biçûke, hemû pêkhate di vî bajarî de bi awayekî hevbeş dijîn." 

Şawîş da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne jibo parçekirina Sûriyê ye, lê belê ev proje dikare bibe nimûneya demokrasiyê li Sûriyê.

Di dawiya civînê de welatiyên bajarê Tilkoçerê jî nêrîn û nirxandinên xwe der barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de anîn ziman. Her wiha welatiyan hin pêdiviyên xwe yên jiyanê yên mîna av û mazotê ji rêveberiya TEV-DEM`ê re ragihandin.