Rêwiyên azadiyê
Rêwiyên azadiyê
Rêwiyên azadiyê
Wêne û dîmenên li Heremên Herêmên Parastinê yên Medyayê hembêza xwe ji gerîla re vekiribûn û ti astengî nebû, ku her du berê xwe bidin rojê û bibin rêhevalên wê.
Dema min ev wêne kişand, gerîlayeke jin, gerîlayekî xort û ez em li gel hev bûn. Erazî, xweza, bergeh, bedewbûn, buhişta Avaşîn tu çi navî lê bike, hêjayî bejn û bala wê ye, bi me re gelekî merd bû.
Heyanî em gihîştin neqebê, bi dîmenên xwe hedara me dianî. Ez di hinek herêmên Kurdistanê yên din de jî derbas bûme, lê ev cara yekemîn e di hilkişandinê de ez newestiyam. Av her carê zêdetir li ber çavê min şêrîn bû û ez ji wêne kişandine têrnedibûm.
BÊHNA AZADIYÊ JI DÎMENAN DIHAT
Gerîlayê xort û gerîlaya jin li pêşiya min dimeşiyan. Wexta ku her du digihîştin serê neqebê û ji dûrve xuya dikirin, hesteke balkêş bi min re peyda bû.
Mîna ku her du hemû astengiyan derbas dikin, azad difirin û ez li paş wan dimînim, ruhê min tengav dibû.
Min lez dida meşa xwe ji bo ez bigihîjim wan. Bi taybet tişta ku ev hest bi min dida hîskirin, ew tîrêjin rojê bûn.
Di wan dîmenan de rojê hembêza xwe ji gerîla re vekiribû û ti astengî nînbû ku her du berê xwe bidin rokê û bibin rêhevalên wê.