Rewşa aborî bandoriya xwe li xwendinê dike
Rewşa aborî bandoriya xwe li xwendinê dike
Rewşa aborî bandoriya xwe li xwendinê dike
Sala nû ya xwandinê ku 15’ê Îlonê destpê kir lê ji ber buhayê pêdiviyên xwendekaran girane, malbat gelek zahmetiyan dikişînin. Xwediyên dikanên kirtasiyan diyar kirin ku jiber ambargoya li ser herêmê, buhayê kirtasiyan îsal pir giranin.
Sala nû ya xwendinê li Rojavaya Kurdistanê di 15’ê Îlonê despê kir.Li herêma Efrînê Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê û Saziya Zimanê Kurdî, kar û barên dibisttanan birêve dibe. Li bajar li hemû dibistanan bi zimanê kurdî perwerde tên dayîn. Lê jiber buhabûnê gelek malbat nikarin pêdiviyên dibistanan bikirin. Xwediyên dikanên kirtasiyan diyar kirin ku ji ber ambargoya li ser herêmê, buhayê kirtasiyan îsal pir giranin.
Xwediyê dikana kirtasiyê Dilovan Hesen dibêje komên çeteyan rêyên di navbera Efrîn û Helebê de girtine û nahêlin ku em tiştekî derbasî herêmê bikin. Lewma buhayê alavên kirtasiyan jî pir giran bûye.
Malbatên xwendekaran jî jiber vê rewşê tengezarin. Welatiyê bi navê Reşîd Mirsil ku bavê 5 zarokaye, diyar kir ku ew nikare pêdiviyên zarokên xwe yê dibistanên pêk bînin û jiber wê ev nikare zarokê xwe bişîne dibistanê.
Tevî hemû astendiyan jî demsala nû ya xwendinê dest pêkiriye û xwendekarên ku cara pêşiye bi awayekî fermî zimanê Kurdî dixwînin, kêfxweşin û naxwazin ji perwerda xwe bimînin.