Rewşa deriyê sereke yê Rojava: Sêmalka

Rewşa deriyê sereke yê Rojava: Sêmalka

Rojavayê Kurdistanê, bi êrîş û komkujiyên çeteyên ser bi El Qaîdeyê, bi êrîş û bombebarana hêzên rejîmê, bi girtina deriyên sînor ên ji aliyê dewleta Tirk ve û li Başûrê Kurdistanê jî bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka re, ji çar aliyan ve di bin ambargoyê de ye. 

Gelê Kurd ê li Rojava, li hemberî çeteyan, piştevanên çeteyan û hêzên rejîmê li ber xwe dide, lê ya herî zêde wan diêşîne girtiya deriyê sînor ê aliyekî din ê Kurditanê (Başûr) e. 

Girtina deriyê sînor ê Sêmalka, di serî de Koma Civakên Kurdistanê KCK, li nerazîbûneke tund a rêxistin û gelê Kurd rast hat. Li gel hemû nerazîbûnan jî venekirina deriyê Sêmalka bû sedem ku di nava gelê Kurd de fikar û guman derkeve holê ku gelo, PDK jî parçeyek ji vê ambargoyê ye yan na.

Rayedarên deriyên sînor ê Sêmalka yên li aliyê Rojavayê Kurdistanê diyar dikin, ku derî hînê bi israr girtî ye.

Ev dîmenê ku hun dibînin, dîmenek kurte ji rewşa deriye Sêmalkan. 

Deriye Sêmalkan di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê cih digire. 

Derî di bin kontrola Partiya Dimokratî Kurdistanê (PDK) deye.