Rewşa Sûriyeyê û encamên civîna Rihayê
Rewşa Sûriyeyê û encamên civîna Rihayê
Rewşa Sûriyeyê û encamên civîna Rihayê
DYA, Rûsya û hêzên navnetewî yên din fêm kirin ku ji kontrolkirina Sûryeyê derketine, ketin nava lêgerînên cûda. Lê ne diyar e ka dê çawa bikarin ji nava vê lêgerînê derbikevin. Lîstikên Tirkiye ku li hemberî Rojavayê Kurdîstanê û Sûriyeyê dilîze hê jî berdewam dikin. Encama civîna duyemîn ku li Rihayê bi çeteyan re hatibû pêkanîn derket holê. Armanca hêzên navnetewî ew ku Beşar Esad ji peywirê daxin. Ji ber wê jî hêzên DYA, Tirkiye, Îngilîstan, Îsraîl û hezên din piştgiriyê didan komên çeteyan. Ev hêz gihiştin asta ku dixwestin. Daxuyaniya herî dawî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî vê yekê piştrast dike.
Ji van pêngavan yek jî kurdên Rojava ji hêzê daxistin bû. Lê welat û qada navnetewî qebûl kirin ku kurd li Rojava hêza sêyemîn e. Ji bo kurdan ji hêzê bixin, Tirkiye hêjî kordînatora vê yekê dimeşîne. Lê berxwedana kurdan vê yekê vala derxist. Bi taybetî DYA û Rûsyayê li ser xala ku Beşar Esad heta 2014’an li ser peywirê be û piştî 2014’an bi hilbijartinek daxwaza wan ew e ku wî ji peywirê daxin. Jixwe Brahîmî piştî hevdîtina bi rêveberiya Şamê re ev yek anîbû ziman.
DIXWAZIN KURDAN TEVLÎ BIKIN
Wekî hêza sêyemîn kurdan, li Rojavayê Kurdistanê di encama polîtîkayên dagirkerî di şerê Serêkaniyê de kurd ji ber bi berxwedana xwe bi serkeftî derketin, bi vî awayi di vê pêvajoya lihevkirinê de hatin beşdarkirin. Lê ji bo ev şerî heye bê rawstandin Muxalefeta Sûriyeyê ket navberê. Komîteya ku hat avakirin ji bo şer bê rawestandin şandeyek jê şandin Serêkaniyê bi Desteya Bilin a Kurd re hevdîtin kir. Di pêvajoya navbêkariyê de jî hinek lîstokên siyasî hat plankirin. Enceq neçar man ku bi Desteya Bilin a Kurd re hevdîtînê bike. Niha jî heman lîstok tê lîstîn. Mînak Maaz El Xatîp, xwesteka xwe ya bi Desteya Bilin a Kurd re li ser Serokê Herêma Başurê Kurdistan re şand. Dîsa ji bo Barzanî bibe ‘Serokê Rojava’ xwestekê wan derket holê. Hemû van lîstokên ku hatin lîstin ji aliyê Desteya Bilind a Kurd vala hat derxistin.
TIRKIYE REHET NASEKINE
Tirkiyeya ku polîtîkayên hatin pûçkirin, ket nav hewldanan. Polîtîkayên ku Tirkiye li hemberî gelê Kurd dimeşîne yek bi yek aşkere dibin. Herî dawî cinîna ku komên çete li Rihayê li dar xistin û belgeyêb wê li Kobanî yê li ser kesê bi navê Mehmûd Kerho ê ku kurd e re ket destê YPG’ê û hemû polîtîkayên Tirkiye radixist ber cavan.
Belgeya ku li Kobanê yê ket dest xuya dikir ku Tirkiye di rojê pêşde dê çi polîtîkayê bide meşandin radixist ber çavan. Tirkiyeyê dixwest deriyên sînor ên di bin kontrola xwe de têxe destê wan. Lê ev biryarên ku hatin girtin deşîfre bû. Deriyê Ceraplus, Serêkaniyê, Tilabyadê di xwaze têkeve destê Tûgayên Tirkmenan, ev hewldanan Tirkiye heye.
KOMÊN TIRKMENAN
Ev pêkanîna Tirkiyeyê dibe sedem ku di navbera koman de şer derbikeve. Di rojên bihûrî de piştî ku şerê ku li Tilabyadê bi dawî bû li Serêkaniyê şer di navbera koma Cerblusê de derket. Serfermandarê Giştî yê Fermandariya Hevgirtî ya Artêşa Azad ya Sûriyeyê Selîm Idrîs bi daxuyanekê ku dayî Ajansa Anadoluyê û lîstikên Tirkiyeyê bi awayekî aşkera anî ziman. Îdrîs diyar kir ku ew peyman ku dinavbera Artêşa Azad ya Sûriyeyê û YPG’ê de di 17’yê Sibatê li Hasekê ji aliyê Meclisa Şoreşgeran ya Leşkerî ve hatiye îmzekirin û da zanîn ku ew nas nakin. Her wiha Îdrîs îdia dike ku ew ji bo li Hesekê ji bo tiştek wisan peywir nedaye kesekê ev peyman ji bo na wan bê wate ye û spasiya xwe ji bo piştgiriya Tirkiyeyê anî bû ziman û diyar kiribû ku amaranca wan parastina sinorên Tirkiyeyê ne. Her wiha tê plankirin ku komên Tirkmen bikişînin ser sînor.
Lê belê li hemberî lîstikên ku ji aliyê hêzên navnetewî, Nûnerên Herêmî ya Kurd hatin çêkirin û dîsa li hemberî polîtîkayên şer yên Tirkiyeyê gelê kurd ya Rojava lez da yekitiya di navbera gelan de. Ev yek dide xuyakirin ku gelê kurd li hember lîstikên, pêngav û hemleyên siyasî û dîplomatîk bi hestiyarî tevgeriyane. Ji ber vê hestiyarbûna kurdan nirxandin û analizên ku di derbarê kurdan de tên kirin didin diyarkirin ku êdî tu hêz nikare gelê kurd ji riya wî ya azadiyê veqetîne.
Her çiqasî ku hinek nokerên (hevkar) kurd di nava xirakirin û qerçiqandinê de jî bin nikarin kurdan ji riya wan vegerînin û ev yek bi awayekî aşkera dide xuyakirin. Li hemberî van hemû polîtîkayên hevkar jî û hêzên ku li ser van polîtîkayan dimeşin îflas kirine. Ev nirxandin hema bêje ji aliyê hemû derdorên kurdan ve tê qebûlkirin.