Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê: Girtina deriyê sînor sûc e

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê: Girtina deriyê sînor sûc e

Rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji rayedarên hukûmetê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwestin ku ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike. Rewşenbîran diyar kirin ku lîstina bi qedera gelê Rojava kiryareke dijminahiyê ye û girtina deriyê sînor sûc e.

Rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji rayedarên hukûmetê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwestin ku ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike. Rewşenbîran diyar kirin di vê dema ku Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tê, lîstina bi qedera gelê Rojava kiryareke dijminahiyê ye û girtina deriyê sînor sûc e.

Di daxuyaniya rojnamevan û rewşenbîran de tê gotin ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ye, der barê gelê Rojava de Fetwayên tunekirinê têne dayîn, di vê rewşê de ji her kesî tê xwestin ku helwesteke mirovane û Kurdewarî nîşan bide.

Rewşenbîr û rojnamevanan diyar kirin ku li pêşiya hukûmeta herêmê berpirsyariyên dîrokî hene, lîstina bi qedera gelê ku rastî tunekirin tê helwesteke dijminane ye. Rewşenbîr û rojnamevanan diyar kirin ku pêdiviya gelê Rojava bi alîkariyê heye û li hember vê yeke girtina deriyê sînor sûc e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hincetên hukûmetê yên girtina deriyê sînor qels û bêwate ne û wiha dom kir: "Yên ku di van rojên aloz de dixwazin baskên xwe li Rojava çêbikin û Rojavayê Kurdistanê bikin qada nakokiyên partiyan zerareke mezin digihînin doza Kurdî ya li vî parçeyê Kurdistanê, girtina deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tenê dikeve xizmeta dijminên Kurdan."

Rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji hukûmeta herêmê xwestin ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî, mirovahî û exlaqî bi cih bîne, alîkariya gelê Rojava bike û deriyê sînor veke.

Navê rewşenbîr û rojnamevanên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:

Bextiyar Elî, Dr. Merîwan Merya Qni, Dr. Çoman Herdî. Şoreş Emîn, Hîwa Qadir, Kemal Reûf, Şiwan Mihemed, Hîwa Fayiq, Rêbîn Herdî, Aram Elî, Serdar Mihemed, Dana Esed, Esûs Herdî, Ehmed Mîra, Hêmin Baqir, Fetah Zaxoyî, Aram Cemîl, Namo Şerîf, Awat Mihemed, Star Arif, Perwîn Ezîz, Xanim Rehîm, Zanko Ehmed, Sorkiyo Mihemed, Hawkar Hisên û Huner Hemê.