Rêxistina Efûyê: Li hemberî mafên çalakgeran rêzdar bin

Rêxistina Efûyê: Li hemberî mafên çalakgeran rêzdar bin

Rêxistina Efûya Navneteweyî xwest der barêvpêkanînên li girtîgehên Tekîrdag, Şarkan û Sîlîvrîyê li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de tên pêkanîn lêpirsînê bê dest pê kirin û diyar kir ku mafên girtiyan mafên rewa ne, divê rêz jêre bên girtin.

Rêxistina Efû ya Navneteyeî têkildarê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ji aliyê zêdetirê 600 girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewlet rêzê nîşanî mafê girtiyên di greva birçîbûnê de nade û got ku ew ji rewşa girtiyan bi fikaran.

Efûyê got; “Hin ji wan ji 12’ê îlonê ve, li dehan girtîgehan ji aliyê sedan mehkûman ve greva birçîbûnê hatiye desptêkirin û berdewam dike. Ev grev ji bo protestokirina astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwazên mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, hatiye destpêkirin. Greva birçîbûnê çalakiyek aşitiyane ya protestoyê ye û divê dewleta Tirk rêzê nîşanî vê protestoyê û mafên girtiyan bide."