'Rêxistina sîwan ya ciwanên Kurdistanê' hate îlan kirin
'Rêxistina sîwan ya ciwanên Kurdistanê' hate îlan kirin
'Rêxistina sîwan ya ciwanên Kurdistanê' hate îlan kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz bi daxuyaniyekê avabûna xwe îlan kir. Tevgera ku xwe weke rêxistina sîwan ya ciwanên Kurdistanê binav kir, aşkera kir ku di serî de li tax, amadeyî, zanîngeh û li hemû qadan xwe rêxistin bike.
Di daxuyaniya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDGH) avabûna xwe îlan kir, da diyarkirin ku li ser ciwanên Kurd gelek rêbaz bi awayek sîstematîk bên birêve birin, bitaybet van sê rêbazan bikartînin.
YDGH’ê ev tişt rêz kirin:
“Yekemîn: Bê hêjmar mekanên fihûşê bi destê dewletê yan jî dewlet çavê xwe lê digire têne vekirin, armanc dikin ku exlaqê ciwana xirab bikin, wana bêxin pengava fihûşê.
Duwemîn; Hewil didin cûrên esrar, eroîn û weke wana madeyên hişber êdî li deriyên dibistanan belav bikin, bi vê yekê armanc dikin ku ciwanekî bitendurist nefikire, hişên wî ne li serê wî, di nava fikaran de xeniqî ava bike.
Ya sêyem û herî berfireh; Dixwazin berê ciwanên Kurd bidin cemaet û terîqatan bi vî awayî ciwanekî olperest, qedervan û ji rastiya civakî biyanî bûyî çêbike. Bitaybet Fetûllah Gulenê ku bibazarkirina rondikên çavê xwe hewil dide dijmintî û faşîstiya di hundirê xwe de veşêre, bi vekirina yûrd, dersxane û dibistanan, ciwanên Kurd yên nezan û feqîr bi awayek nemerdane bixapîne û tevlî cemaeta xwe bike.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz di daxuyaniya dayî ragihand ku, “Em weke ciwanên Kurd bi perspektîfa Pêngava 4’mîn ya tekoşîna azadiya Kurd ya gêrîlayan daye destpêkirin dê di sala nû de çitaya berxwedanê bilind bikin û pêwîste ji dervey tevlîbûna tekoşînê çi fikrên me nebin.”
YDGH’ê da diyarkirin ku, di hemû pêşketinên dîrokî de ciwan jî hebûne û ala pêşengtiyê dewir girtine.
YDGH’ê aşkera kir ku, “Di milê pêvajoya dîrokî ya em têde derbaz dibin neçariyeke. Di vê çarçoveyê de em jî birêxistinkirina ciwanên şoreşger û pêşeng dikarîn ji bo mîrasê yên gotine ‘me bi ciwanî destpêkir, em dê biciwanî biserbikevin’ bibin bersiv, bivê boneyê em îlan kirina Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz ji tevayî gelê me û ciwanên Kurdistanê re radigehînin.”
ARMANC
YDGH’ê armancên xwe wiha rêz kirin:
“-Bi hişkirina pêngava fihûşê, bingehê madeyên hişber tunekirin, mêtîngeriya cemaetê îmha kirin û xelekên asîmîlasyonê perçekirinê xwe gihandina civakekî exlaqî û polîtîk. Perçiqandina fikra mêtîngeriyê ‘nejiyan kirin û nedana jiyana kirina mêtîngeriyê’
-Derxistina mêtîngerî û dagirkeriya hevkariya AKP’ê û Gulen, her wiha parastina gelê xwe ya li hemberî zordariya polîsên AKP’ê
-Li dijî êrîş û meylên li hemberî destkeftiyên netewî yên li her parçeyek ya Kurdistanê dê bibin bersiv, pêkanîna hemû çalakiyên rewa
-Li ser hîmê perspektîfa pêngava 4’mîn rêxistinkirin û pêşengtiya serhildanên radîkal yên serkeftinê bînin
Tevgerê destnîşan kir ku, ew dê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Statûya Kurdistanê qezenc bikin dê ji berxwedanê tawîzê nedin û her gave bilindkirina serhildanê armanc bikin.
ÇALAKÎ
YDGH’ê di daxuyaniya dayî de gelek rêze çalakiyên li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Cizîr, Silopî, Sêrt û Edeneyê girtin ser xwe. Di nava vana de li dijî buroya PTT’ê û cihek yê fihûşê çalakiya bimolotof, li dijî hêzên polîs avêtina bombeya bibandor, 30’ê Çileyê êrîşa li dijî esnafekî ku bi îdîaya hevkariya wî bi Cemaetê re heye, şewitandina saziya SODES û 10’ê Sibatê êrîşa bombeyî ya li dijî qeymeqamtiyê. Weke din behsa gelek çalakiyên li Stenbol û bajarên din yên şewitandina wesayîtan, molotof û bombeyî tê kirin.