Rêxistinên Asûrî û Suryanî amadekariyên tevlîbûna rêveberiya xweser dikin

Rêxistinên Asûrî û Suryanî amadekariyên tevlîbûna rêveberiya xweser dikin

Nûnerên 3 rêxistinên Asûrî û Suryaniyan, bi Rêveberiya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) projeya rêveberiya xweseriya demokratîk nîqaş kirin û li ser rê û rêbazên tevlîbûna projeye danûstendin kirin.

Nûnerên Partiya Asûrî ya Demokratîk, Kombûna Sivîl a Mesîhiyan û Kombûna Ciwanên Suriyeya Dayîk, têkildarî projeya rêveberiya xweseriya demokratîk Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê ziyaret kir û hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina ku li Navenda Rêveberiya Pêwendiyan Dîplomatîk a Rojavayê Kurdistanê pêk hat de Berpirsê Buroya Qamişlo ya Partiya Asurî ya Demokratîk Wail Mîrza, Serokê Kombûna Sivîl a Mesîhiyan Efram Tuma, Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Kombûna Sivîl a Mesîhiyan û nûnerên Kombûna Ciwanên Suriyeya Dayîk, endamên Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Hekem Xelo, Ebdulkerîm Umer, Xedîce Îbrahîm û Taha Şêxmus amade bûn.

Li gorî agahiyên ji nûnerên Komîteya Dîplamasiyê ya TEV-DEM’ê hatine girtin, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hate de, girîngiya xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş hate vegotin û li ser projeya rêveberiya xweseriya demokratîk danûstendin hatin kirin. Di hevdîtinê de her wiha li ser rê û rêbazên tevlîbûna rêveberiya xweser jî hate rawestîn.

Hate gotin ku nûnerên hersê rêxistinan destnîşan kirine ku dê encamên vê hevdîtinê bi lijneyên xwe yên têkildar re parve bikin û li gorî wê biryara tevlîbûna rêveberiya xweseriya demokratîk bidin.

Ger ku rêxistinên behsa mijarê biryara tevlîbûnê bidin, wê serî li dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bidin.