Rêxistinên Civakî yên Başûr: HPG û pêşmerge bila biçin Rojava

Rêxistinên Civakî yên Başûr: HPG û pêşmerge bila biçin Rojava

Desteya Bilind a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Federal a Kurdistanê bang li HPG û peşmergeyan kir, ji bo alîkariyê hêzên xwe bişînin Rojava. Rêxistinan her wiha bang li hikûmeta heremê kir ku Deriyê Sînor yê Sêmelkayê jî veke. 

Ji bo piştgirî dayîna berxwedana Rojava û şermezar kirina êrîşên komên çete yên girêdayî Eniya  El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê û li Hewlêrê saet di 12.30’an de Desteya Bilind a Rêxxistinên Civaka Sivîl a Herêma Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çete û komkujiyên wana yên li ser welatiyên sivîl yên Rojava bi awayek tund hate şermezar kirin. Herwisa banga yekitiyê li tevayî aliyên siyasî û civakî yên Kurd hate kirin û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xwestin kû deriyê Sêmalka vebike û alikariyên jibo gelê Rojava pêwîst pêkbîne. Di daxuyaniyê de daxwaz ji wezareta pêşmerge û Hêzên Parastina Gel (HPG) hate kirin ku ji bo alikariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên xwe bişînin Rojavayê Kurdistanê. 

Di berdewama daxuyaniyê de bang li tevayî hêzên siyasî, civakî û gelê Kurd hate kirin kû li hember vê zulim û komkujiyên li ser gelê Rojava bêdeng neminin û wek erkek yê netewî helwesta xwe aşkere bikin. Herwisa di daxuyaniyê de bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate kirin kû erkê xwe yê serokatiyê yê jibo berjewendiyên netewa Kurd bi vekirina deriyê sinor û alikarî kirina Rojavayê Kurdistanê bîne cih. 

Di dawiya daxuyaniê de Desteya Bilind a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Kurdistanê, keyfexweşiya xwe jibo Kongreya Netewî a Kurd anîn ziman, kongre pîroz kir daxwaz ji aliyên Kurd kir kû vê firsenda kû bisedan sale gelê Kurd li bendê bû dest me ketiye û divê em vê derfeta dîrokî baş binirxînîn.