Rêxistinên ciwanan ên li Elmanyayê ji bo yekitiya hêzên hatin gel hev
Rêxistinên ciwanan ên li Elmanyayê ji bo yekitiya hêzên hatin gel hev
Rêxistinên ciwanan ên li Elmanyayê ji bo yekitiya hêzên hatin gel hev
Saziyên ciwanan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê nîqaş dikin ku di platformeke hevpar de li hev kom bibin. Rêxistinên ciwanan ku ji xwe re Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a a ji saziyên penaber ên Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî mînak digirin, dê yekemîn civîna xwe ya girîng di 8'ê Îlonê roja Yekşemê pêk bînin.
Rêxistinên ciwanan ên Kurd, Tirk, Elewî, Êzidî li bajarê Elmanya Kolnê bên cem hev û yekitiya hêzê ya hevpar nîqaş bikin. Di civîna roja Yekşemê ya girîng de ev rêxistin tev li dibin; Tevgera Ciwanên Demokratîk a Ewropayê (ADGH), Ciwanên Demokratîk ên Nû, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Young Struggle-MLKP, DÎDF-Ciwan, Ciwanên Federasyona Komeleyên Elewiyan li Ewropayê (BDAJ) û Rêxistina Ciwanên Êzidî.
'CIWAN DI BIN SERDESTIYA TEVGERÊN GIŞTÎ DE NE'
Berdevkê YXK-Ewropa Huseyîn Erdal der barê amadekariyên platforma ciwanan de agahî da ANF'ê û got, "Demeke dirêje me amadekariyên platformeke bi vî rengî dikirin. Bi avabûna Yekitiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhatina Konferansa Çareserî û Aştiyê ya li Brukselê re, ev hewldanên me gihişt encamê. Lê hînê jî gelek zehmetî hene. Bi taybetî ji ber serdestî û giraniya tevgerên giştî li ser rêxistinên xwe yên ciwanan, em zehmetiye dikşînin ku bibin yek."
Erdal da xuyakirin ku ewê ji bo niha rêxistinên ciwanan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî tev li platforma hevpar bikin û di dema pêş de jî rêxistinên ciwanan ên demokratîk ên Tamîlî, Emerîka Latînî, Efrîkî û Ewropî jî beşdarî vê platformê bikin.