Rêya bejahî ya Colemêrg-Şirnex hat girtin
Rêya bejahî ya Colemêrg-Şirnex hat girtin
Rêya bejahî ya Colemêrg-Şirnex hat girtin
Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê, têkiliya bi gelek wargehan qut bûye. Ji ber berfê rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Şirnexê li çûn û hatinê hat girtin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, berfa ji duh bi şev û vir ve dibare, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Ji ber berfê têkiliya bi gelek wargehan re qut bûye. Rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Şirnexê jî li çûn û hatinê hat girtin. Hat hînbûn ji bo vekirina rê xebatan destpê kirine.