Rêya diçe deriyê sînor ê Kobanê ji aliyê ciwana ve TIR û keviran hat girtin

Rêya diçe deriyê sînor ê Kobanê ji aliyê ciwana ve TIR û keviran hat girtin

Li Pirsûsê ciwanan rêya diçe Deriyê Sînor ê Kobanê bi qasî kîlometreyekê bi kevir û TIR'an girtin û li ber xwe didin. Leşker û polîs jî konên li qadê hatin vedan ji nû ve rakirin.

Pevçûnên ji ber êrîşa li hemberî girseya gel a li ser sînorê Pirsûs û Kobanê destpê kirin, dewam dikin. Leşker û polîsên ku qada kon lê hat vedan hema bêje bi temamî vala kirin, fîşekên rastî berdan girseya gel. Li gel vê pevçûnê, ciwanan rêya diçe deriyê sînor ê Kobanê, bi qasî kîlometreyekê bi keviran girtin.

Ciwanan her wiha TIR'ê di rê de derbas dibûn sekinandin, ew li ser rê park kirin û Bi sedan leşker bi TOMA'yan hewl didin keviran ji ser rê rakin, lê nikarin TIR'an ji cih bilivînin. Bi bombeyên gazê êrîşî gel û ciwanên li jorî rê dikin, ciwan jî bi keviran bersivê didin êrîşa leşkeran.

Ciwanan her wiha di encama berxwedana xwe de dest danîn ser gelek mertal û çoyên jenderme û polîsan. Li aliyê din ketina li qada kon jî hat qedexekirin û Walî û rayedarên Emniyetê jî bi hejmareke zêde panzer û maşînên zirxî, tedbîrên tund ên ewlekariyê kontrol dikin.