Rêze civînên ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk

Rêze civînên ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) 'ê û endamên partiya Aşûriya Demokratîk a Sûriyê ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  di civînekê de civiyan.

Di civîna ku li navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV- DEM'ê de ji ragîhandinê re girtî pêkhate endamên TEV- DEM'ê Xatîce Îbrahim, Hekem Xelo, Ebdulkerim Omer û endamên Partiya Aşûriya Demokratîk a Sûriyê berpirsyarê biroya Siyasiya Giştî Nîno Îşo, berpirsyarê Bîroya Siyasî ya Qamişlo Wal Mîrza, berpirsyarê bîroya Siyasiya Hesekê Ebdel Ebdel, berdevkê ragîhandina giştî û tekiliyan Hena Xurî û berpirsyarê Saziya Alikariyê ya Aşûriyan Yûxan Harûn amadebûn.

Li gorî ku agahiyên ku bidestketin li ser pêvajoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye guftûgokirin û tê destnîşan kirin ku Partiya Aşûrî ya Demokratîk a Sûriyê hazirtiyên tevlêbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin.