Rimêlan bi temamî hate rizgarkirin

Rimêlan bi temamî hate rizgarkirin

Bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê ku ev 2 roj in ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû dorpêçkirin, bi temamî ji bermahiyên rejîma Baas hate paqijkirin. Piştî rizgarkirinê şêniyên bajarokê jî daketin kolanan û pîrozbahî lidar xist.

Bajarokê Rimêlan ku wekî navenda neftê tê zanîn û duh ji aliyê YPG'ê ve hatibû dorpêçkirin, îro bi temamî hate rizgarkirin. Di dorpêçkirina duh de piraniya bajêr hatibû rizgarkirin û 35 leşkerên rejimê dîl hatibûn girtin. Îro jî navenda ewlekariya leşkerî, ewlekariya siyasî û tabûra Hecana ku leşkerên rejîmê tê de mabûn, hatin rizgarkirin. Leşker di van avahiyan de jî teslîmî hêzên YPG'ê bûn.

Piştî ku hat diyarkirin ku bajarok hatiye rizgarkirin, şêniyên bajorkê daketin kolanan û bi dirûşmeyan rizgarkirin pîroz kir.

Di vê navberê de 35 leşker duh dîl hatibûn girtin.