Rimêlan û Çilaxa bi temamî ketin destê YPG'ê

Rimêlan û Çilaxa bi temamî ketin destê YPG'ê

YPG'ê, piştî ku bajarê Til Koçer ê li ser sînorê Iraqê ye û xwedî girîngiyeke stratejîk e bi dest xist, El Qaîde û komên çekdar ên pê ve girêdayî ji herêmên Çilaxa û Rimêlan bi temamî derxist û herêm rizgar kir.

Di çarçoveya "Operasyonên Şoreşger ên Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" yên di 23'ê Cotmehê de li li Çilaxa û herêma Til Koçer hat destpêkirin de, roja 28'ê Cotmehê li Çilaxa li hemberî komên El Qaîdeyî operasyoneke dorfireh hat lidarxistin.

Di pevçûnên tevahiya şevê de li gel gundên Girhok, Yûsifiyê, Sefa, Cinêdiyê, Girê Fatê û Ebû Hecer, girên li derdora Ebû Hecer û mezra Kelem hatin bidestxistin. Dûre jî Embara Genim a Til Elo ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ji xwe re weke baregeh bikar dianî hat desteserkirin.

Îro danê sibê jî qadên Rimêlan û Çilaxa yên li herêma Girkê Legê jî bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin û ketin destê YPG'ê. Di pevçûnan de tangek, 2 katyûşa, topa 120'î, bi dehan çekên ferdî hatin desteserkirin.

Di 23'ê Cotmehê bi destpêkirina operasyonê re destpêkê du gundên li herêma Çilaxa ku nêzî Til Koçerê ne, ji aliyê YPG'ê ve hatibûn dorpêçkirin û ji destê çeteyên El Qaîdeyê hatibûn rizgarkirin.

Dûre jî hêzên YPG ber bi Til Koçer ve bi pêş ve çû bûn û di navbera 23-27'ê Cotmehê de destpêkê 7 gund û sê mezra, piştre jî Deriyê Sînor ê Til Koçer û kontrol bajar bi temamî xistibû destê xwe.