Rizgariya ji hovîtiyê vegotin -BI DÎMEN-

Rizgariya ji hovîtiyê vegotin -BI DÎMEN-

"Çete, keçan ji hev dikirin û weke diyarî dide endamên din. Gelek hevalên min li cem min dawî li jiyana xwe anîn. Hin ji wan rehê destê xwe jê kirin, hina jî xwe daliqandin. Bi zorê nimêj didan kirin, dema me nimêje nedikirin li me dixistin. Em reviyan. Du rojan em meşiyan. Piştre PKK'yiyan em dîtin û rizgar kirin."

Ev gotin a E.A ya 15 salî ye, ku di êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an li hemberî Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin û dûre bi hevaleke xwe re ji nav lepên çeteyan reviya û xwe gihand herêmên gerîlayên HPG'ê lê ne. E.A dema di 17'ê Îlonê de ji bo firotê wê tînin gundê Rambûsî yê Beecê, bi hevala xwe F.B. ya 18 salî re firsendekê dibîne û ji destê çeteyan direve. E.A. û F.B.  2 rojan xwe li derdorê vedişêrin û di 19'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve li maleke xwe lê veşartibûn hatin rizgarkirin.

E.A. ya ji ber revê ling û piyên wê birîndar bû, li dû mudaxleya destpêkê ya sihiyeyên gerîla, bi hevala xwe F.B. re derbasî herêmên ewle yên Şengalê yên di bin kontrola gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengalê de hatin kirin.

E.A. û F.B. hovîtiya ku wan jê re şahidî kir, ji ANF'ê re vegotin:

*BÊYÎ NÎŞANDANA ÇAVKANIYÊ BIKARANÎN YAN JÎ WEŞANDINA NÛÇEYÊ QEDEXE YE